Teker: Gelo girtîgehan vediguherin navendên nû yên kontra?

Teker: Gelo girtîgehan vediguherin navendên nû yên kontra?

Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker ji bo polîtîkaya AKP'ê ya girtîgehan got, "Ji dema 12'ê Îlonê bêtir zexelî dimeşîne" û diyar kir ku girtiyên tên surgunkirin li tundiya psîkolojîk û fîzîkî rast tên. Teker da xuyakirin ku li şûna girtiyên hatine surgunkirin îtirafkar û noker hatine bicihkirin û got, "Diyare ku hewl tê dayîn navendên nû yên kontra bên avakirin."

Seroka Giştî ya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Huqûqî ya bi Mablatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) Zubeyde Teker ji ANF'ê re peyivî û destnîşan kir ku sedemên rêveberiyên girtîgehan ên di mijara surgunkirina girtiyên siyasî de datîne holê, rasteqîn nînin.

Teker got, "Weke sedema surgunkirinê dibêjin, cih teng e, şert û mercên fîzîkî ne guncaw in. Em ji vê baweri nakin. Ya balkêş, li şûna girtiyên ji girtîgehên Kurdistanê hatine surgunkirin, girtiyên bi serê xwe hatine bicihkirin." Teker pirsa 'Weke parçeyek ji konsepta şer a salên 90'î gelo hewl tê dayîn hin girtîgehan veguherînin navendên kontra?' kir.

Teker got, "Ji girtîgehên Midyad û Oltû girtiyên siyasî hatin surgunkirin, li cihê vala bû îtirafkar û girtiyên bi serê xwe hatin bicihkirin. Di salên 90 de beşek ji girtîgehan navenda kontra bû. Diyare ku hewl tê dayîn navendên nû yên kontra bên avakirin."

'POLÎTÎKAYEK JI DEMA 12'Ê ÎLONÊ BÊTIR ZEXELÎ YE’

Teker ragihand ku surgun rê li ber fikar û gumanan vedike û got, 'Di rewşa heyî de polîtîkaya der heqê girtîgehan de ji dema 12'ê Îlonê bêtir bi zexelî tê meşandin.'

Teker diyar kir ku tevî "pêvajoyoa çareseriyê" ya pirsgirêka Kurd jî, hikûmeta AKP polîtîkayên xwe yên neyînî yên li hemberî girtiyên siyasî dewam dike.

LÊGERÎNA TAZÎ, TUNDIYA PSÎKOLOJÎ Û FÎZÎKÎ, TECRÎD...

Teker ragihand ku wan bi rêya parêzeran pêwendî bi girtiyên hatine surgunkirin re danîne û got, "Dema ku girtiyên tên surgunkirin digihêjin cihên xwe, em weke sazî parêzeran dişînin, ew jî bi rêya faksê der heqê rewşa xwe de agahiyan didin me. Em hîn bûn, ku di dema rêwîtiyê û gihaştina girtîgehan de, wan tazî dikin, li wan digerin, di warê fîzîkî û psîkolojîk de tundiyê li girtiyan dikin û tên tecrîdkirin."

Teker anî ziman ku bi surgunkirinê re girtiyan ji civakê tecrîd dikin û destnîşan kir ku ji ber derfetên çûyîna girtîgehên surgunê zehmet in, malbatên girtiyan jî mexdûr dibin.

'ERDOGAN BI PRAGMATÎST TEVDIGERE'

Zubeyde Teker ku di heman demê de di "Heyeta Herêma Anatoliya Rojhilat a Aqilmendan" de cih digirt ragihand ku haya Serokwezîr Erdogan ji xwedîderketina gel a li girtiyan heye û got, "Xwedîderketina gel a li girtiyan û daxwazên serbestberdana girtiyan daxwaza hevpar e û di rapora heyeta me de jî cih girtin. Erdogan bi pragmatîst nêzî van daxwazan dibe û di înkarê de israr dike. Eger raporên jê re hatine dayîn bixwîne, dê bibîne ev mijara girtiyan çiqasî girîng e."

'DIVÊ 121 GIRTIYÊN NEXWEŞ TAVILÊ BÊN BERDAN'

Teker bal kişand ser mijara girtiyên nexweş û diyar kir ku ew ji meha Nîsanê û vir ve bi BDP'ê re karekî hevpar dimeşînin û di encama vê de 7 girtî hatine berdan. Teker got, "Daxwaza me ew e ku 121 girtiyên nexweşên giran in û pêwistiya wan bi alîkariyê heye, tavilê, bêyî sedem bê nîşandan werin berdan. Hevalên me yên din jî di şert û mercên herî baş de werin dermankirin. Hesasiyeta Birêz Ocalan a di vê mijarê de tiştekî nû nîne. Me bihîstin ku di hevdîtina dawî de jî demeke taybet ji mijara girtiyên nexweş re veqetandiye. Em vê yekê gelekî watedar dibînin. Yek ji daxwazên sereke û bingehîn ê pêvajoya çareseriyê, serbestberdan û dermankirina girtiyên nexweş e."

'ZÎNDANAN 40 SALAN PÊŞENGÎ KIRIN; BILA AKP JI VÊ DERSÊ DERXÎNE'

Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker da xuyakirin polîtîkayên heyî yên AKP'ê dê nikaribe girtiyan teslîm bigire û bang li AKP'ê kir ku dersê ji rewşê derxîne. Teker got, "40 sal in zîndan ji têkoşîn û berxwedana gelê Kurd re pêşengiyê dikin. Ti ji polîtîkayên tinekirin û înkarê nekarî girtiyan teslîm bigire, ji niha û pê ve jî dê nikaribe teslîm bigire. Divê hikûmet ji têkoşîna me ya 40 salan dersa rast derxîne û helwesteke rast nîşan bide."