Tehliyeya Bat cara 5’emîn hat taloqkirin

Tehliyeya girtiyê bi navê Rojhat Bat ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê ragirtin cara 5’emîn hate taloqkirin.

Tehliyeya girtiyê bi navê Rojhat Bat ku li Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Manavgat a Antalyayê tê ragirtin tê astengkirin. Bat, di sala 2017’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Diviyabû Bat di 26’ê Tebaxa 2022’yan de bihata berdan lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê (ÎGK) bi îdiaya “nebaşhal” tehliyeya wî ji bo 6 mehan taloq kir. Tehliyeya Bat di demên piştre de jî bi heman îdiayê 2 caran ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Cezayên disiplînê yên li Bat hatine birîn, weke sedema astengkirina tehliyeya wî hatin nîşandan. 

Piştî erdhejên 6’ê Sibatê yên li Mereşê, Bat ji Girtîgeha tîpa L a Turkoglûyê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hate kirin. Di vê navberê de lêgerîna tazî li Bat hatibû ferzkirin û dema li dijî vê derketî jî hatibû derbkirin. Rêveberiya girtîgehê, cezayê disiplînê li Bat biribû. 

Diviyabû lijneyê têkildarî tehliyeya Bat di 2’yê Îlonê de dîsa biryar dabûya. Lê belê derket holê ku lijneyê ji bîr kiriye di wê rojê de biryarê bide. Rewşa behsa xeberê, piştî ku parêzera Bat, Bahar Firat bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kirî derket holê. Lijneya ku dayîna biryarê ji bîr kiribû, di 7’ê Îlonê de dîsa biryar da û careke din tehliyeya Bat taloq kir. Hat destnîşankirin ku lijneyê bi hinceta “îmze kêm in” ev biryar hêj bi girtî re parve nekiriye. 

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren ev mijar xist rojeva Meclisê. Eren, rewşa Bat ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç pirsî.