Tedawiya girtiyê nexweş Emen tê astengkirin

Hat diyarkirin ku tedawiya girtiyê nexweş Habîl Emen tê astengkirin.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 456’emîn de li ber avahiya ÎHD’ê ya Enqereyê kom bûn. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtîgehan.

Çevîrmen destnîşan kir ku ji ber sedema ku lêgerîna nava devê girtiyan gelek girtî sewqî nexweşxaneyan nayên kirin û bal kişand ser rewşa girtiyê bi navê Habîl Emen ê li Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T’yê tê ragirtin. Çevîrmen da zanîn ku salên direj in Emen li girtîgehê bi nexweşiyan re têdikoşe û di pişta wî de platin hene û jana giran dide pişta wî. Çevîrmen anî ziman ku li gel êşa giran jî kontrola Emen nayê kirin û ji ber pandemiyê demek dirêj nebirine nexweşxaneyê û dema sewqa bo nexweşxaneyê dest pê kir carna bêyî ku hincet nîşan bidin jî sewqa wî nayê kirin û wî nabin nexweşxaneyê. Çevîrmen anî ziman ku li gel divê Emen bê emeliyatkirin jî lê nabin nexweşxaneyê û nexweşîna wî lê giran dibe.

Çevîrmen xwest Emen demildest were tedawîkirin û astengiya li pêşiya tedawiya hemû girtiyan bê rakirin.