Tecrîdkirina Ocalan li Viyanayê hate şermezarkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina salvegera 40'emîn a damezrandina PKK'ê meşek hate lidarxistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina salvegera 40'emîn a damezrandina PKK'ê meşek hate lidarxistin.
Ciwanên Kurd danê êvarê saet 18'an li meydana Westbahnhofê li hev civiyan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û wêneyên sê kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan hildan.
Meşê heta Mûseûmsqûartîerê dewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re", "Bijî piştgiriya enternasyonal" hatin qîrîn.