Tecrîdkirina Ocalan li Stavropolê hate şermezarkirin
Li navçeya Novoaleksandrovski ya bajarê Stavropolê yê Federasyona Rûsyayê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Li navçeya Novoaleksandrovski ya bajarê Stavropolê yê Federasyona Rûsyayê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Li navçeya Novoaleksandrovskiyê, ciwanên Tevgera Ciwanên Kurd a Rûsyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Daxuyanî li ber Navenda Çanda Kurd hate dayin û ji aliyê Casmin Amoyeva ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de grevên birçîbûnê yên ji bo tenduristî û azadiya Ocalan tên kirin hatin bibîrxistin û hate gotin, "Daxwazên çalakgeran ku zêdeyî çar meh in didome, divê ji aliyê hêzên navneteweyî û neteweyên Yekbûyî ve bên dîtin. Xemsariya Rûsyayê ku endamekî daîmî yê Neteweyên Yekbûyî ye, me ciwanên li Rûsyayê dixe nava fikaran. Pêwîste Rûsya bi rengekî hîn çalak di vê mijarê de bikeve nava hewldanan. Divê Rûsya li dijî polîtîkayên înkar û tinekirina gelê Kurd giraniya xwe ya siyasî nîşan bide û dest li pêvajoyê werde."
Çalakî bi qîrîna dirûşmên ji bo Ocalan bi dawî bû.