Tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li dijî qadên gerîla hatin protestokirin

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.

Li Kopenhagenê, li dijî êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser Ocalan, mîtîngek hat lidarxistin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Kopenhag Rådhuspladsen'ê saet di 15:00'an de civiyan û ji bo bîranîna şehîdên Pirsûsê û gerîlayên di bombebarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz girtin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Zelîha Dogan li vir peyivî û got, "Şerê ku dewleta Tirk di dema dawî de şidandiye, ne yê îro ye, bi salane li hemberî gelê Kurd tê meşandin û dewama komploya navneteweyî ye. Beriya niha li Amed, Şengal, Kobanê û Pirsûsê bi afirandina rewşeke kaosê re, bi destê DAIŞ'ê xwest li her herêma Kurdistanê vî şerî di rojevê de bigire."

Dogan diyar kir ku hedefa rastî ya operasyonên artêşa Tirk bi hinceta DAIŞ'ê daye destpêkirin, êrîşa li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd û qadên gerîla ye û destnîşan kir ku ev yek taktîkeke hilbijartina pêşwext e. Dogan bi polîtîkayên zext, tinekirin, girtin û binçavkirinên li hemberî derdorên sosyalîst, şoreşger bi taybetî jî Kurdan, qirkirineke siyasî ji nû ve ketiye rojevê û got, "Li dijî vî zîhniyetê qetlîamker, divê em li Ewropayê bi xurtkirina têkoşîna xwe re bersiva pêwîst bidin."

Dogan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Jiyaneke bê Rêbertî li ser me tê ferzkirin. Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser kedkar, jin û hemû bindestan e. Em weke Kurdên li Danîmarkayê vê tecrîdê qebûl nakin. Weke Kurdên li Danîmarkayê em Kurdên hevkarê vê siyaseta AKP'ê, DAIŞ a nokerê AKP'ê ye qebûl nakin û komkujiyên li Rojhilata Navîn li hemberî gelan tên kirin şermezar dikin."

Endamê Meclîsa Enhedslisten (Partiya Yekîtiyê ) Finn Sørensen jî diyar kir ku ew siyaseta Tirkiyeyê şermezar dikin û got, "Divê tavilê operasyonên li hemberî Kurdan bisekinîne. Li şûna êrîşa li hemberî Kurdan divê li dijî DAIŞ'ê operasyonan pêk bîne. Ji ber ku Kurd bi tena serê xwe li hemberî DAIŞ'ê şer dikin."

Sørensen da xuyakirni ku Enhedslisten li cem têkoşîna Kurdan cih digire û wê vê desteka xwe dewam bike û got, "Kurd li Rojhilata Navîn parêzvanên demokrasî, wekhevî û mafên jinan e. Ji ber vê yekê dubare dikim; desteka me ya ji bo Kurdan wê dewam bike."

Parlamenter û alîkarê Şaredarê Gladsaxe Serdar Benlî jî ragihand ku ew destekê didin têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurd a li dijî DAIŞ'ê.

Di mîtînga ku alên PKK, KCK, PYD, PJAK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatin hildan de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana YPG û YPJ'ê" û "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

...