'Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li aştiyê ye'

Parlamentera Êlihê Ayşa Acar Başaran, serdana çalakiya rûniştinê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin kir û got, "Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li aştiyê ye. Ne ya bê qebûlkirin e."

Çalakiya rûniştinê, ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiyên Konseya Ewropa û CPT ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, di roja 26'an de ye. 

Parlamentera Êlihê ya HDP'yî Ayşa Acar Başaran, serdana çalakiya rûniştinê kir. Başaran li vir axivî û destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li aştiyê ye û got, "Abdullah Ocalan ji bo Kurdan xeta sor e."

'GELÊ KURD VÊ TECRÎDÊ QEBÛL NAKE'

Parlamentera Ayşe Acar Başaran di dewama axaftina xwe de got, "Ev 19 sal in Birêz Abdullah Ocalan tecrîdkirî ye û tecrîd hê jî didome. Em pê zanin ku şerê îro li Rojhilata Navîn diqewime, pêwendiya xwe bi tecrîda li ser Ocalan heye. Pêwendiya krîza heyî jî bi tecrîdê heye. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe, gelê Kurd azad nabe. Sedema krîza li Tirkiyeyê jî ev e. Girîng e her kes bi vê zanibe."

Başaran destnîşan kir ku eger tecrîda li ser Ocalan bê rakirin wê krîz jî bi dawî bibe û got, "Em ji vê derê careke din dibêjin; eger tecrîd neyê rakirin wê şer girantir bibe. Lewma bang li tevahiya cîhanê dikin ku dawî li vê bê anîn. Gelê Kurd bi ti awayî tecrîdê qebûl nake. Ji ber ku Birêz Ocalan şexsiyetekî ji rêzê nîne. Nêrîn, felsefe û paradîgmaya wî li Rojava şîn dibe. Ev yek ji tevahiya cîhanê re mînak e."