Tecrîda li ser Ocalan li Saratovê hate protestokirin

Kurdistaniyên li Saratovê dijîn ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin bi rêze civînan protesto kirin.

Kurdistaniyên li Krasnîkût, Erşov û Azînge ên girêdayî bajarê Saratov ê Federasyona Rûsya dijîn, bi civînên lidar xistin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

 KRASNÎKÛT

Kurdistaniyên li navçeya Krasîkût dijîn ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengtiya Otonomiya Çanda Kurd civînek lidar xistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve destpê kir.

Di civîna li Salona Vîşînkayê hate lidarxistin de siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar axivî û got: “Tevî ku Ocalan ê ji bo mafê rewa yê gelê Kurd têkoşînê dike, bêdengbûn hêzên navneteweyî fikarên me zêde dike. Daxwaza bi lezgîn dikin ku heyetek a çavdêriyê biçe Îmraliyê û hevdîtinê bi Ocalan re pêk bîne û têkildarî rewşa wî agahiyên pêbawer parve bike. Her wiha divê bi lezgîn pêkanînên tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi dawî bikin, ji bo azadiya Rêbertiyê divê gelê Kurd têkoşînê hê xurtir bike.”

ERŞOV

Li navçeya Erşov a girêdayî bajarê Saraov jî Kurdistaniyên ku ji tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikarin, bi civînekê tecrîd şermezar kirin. Civîna ku ji aliyê Meclîsa Gel a Erşov ve li Navenda Çanda Kurd a Erşovê hate lidarxistin.

Di civînê de endamê rêveberiya Meclîsa Gel Mûrat Şêxo axivî û wiha got: “Tecrîda ku dewleta Tirk li ser Rêbertiya me dide pêkanîn, li ser me jî tecrîd dide meşandin. Divê gelê Kurd ji van leyîstokên qirêj ên AKP-Erdogan re bibêje raweste. Ji zihniyetekê ku êşkence û zilmê li ser gelê Kurd rewa dibîne, daxwaza azadiyê bê wateye. Divê em têkoşîna xwe bihêztir bikin û dijminên xwe bin bixin da ku azadiya xwe bidest bêxin. Bi berxwedanek û têkoşînek bihêz em dikarin Kurdistanekî azad bi Rêbertî re ava bikin. Erdogan û AKP vê îradeya têkoşîn û berxwedana gelê Kurd dibîne ji bo wê tecrîda dijî mirovahiyê li ser Rêbertiya me pêk tîne.”

AZÎNGE

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Azînge jî bi civînekê hate protestokirin. Civîna ku li avahiya pirtûkxaneya gelê Azînge hatî lidarxistin bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo kesên ku di şoreşa Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayîn, destpê kir.

Di axaftinên civînê de hatî kirin de bal hate kişandin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîd hate protesto kirin û hate gotin ku rojeva sereke ya gelê Kurd azadiya Ocalan e. Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga bihêzkirina têkoşînê li gelê Kurd hate kirin.