‘Tecrîda Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû’

Bi pêşengiya Rêxistina Bajêr ya HDP’a Stenbolê, tecrît, êşkence û binpêkirina mafan a ku di bin navê şewbê de li girtîgehên Tirkiyê zêde dibe, hate protestokirin.

Di pêşengiya Rêxistina Bajêr ya HDP’a Stenbolê de bi şiyara “Tecrîd û êşkence sûcekî mirovahiyê ye” li ber avahiya navçeyê çalakî hate lidarxistin.

Hevserokê Bajêr yê HDP’a Stenbûlê Erdal Avci bal kişand ku di vê dema salên dirêj a tecrîda girankirî de, li dijî girtîyên siyasî binpêkirina mafan di vê dema şewbê de zêde bûye. Avci yê bi bîr xistî ku girtiyên siyasî ji bo van binpêkirinan protesto bikin di greva birçîbûnê de ne, banga “Di serî de tecrîda li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê pêkanîn û hemû tundî û tecrîda li girtîgehan tê pêkanîn pêwîst e tavilê bi dawî bibe” kir.

‘LI ÎMRALIYÊ STATUYEK TAYBET TÊ MEŞANDIN’

Piştî axaftinan rêvebirê Tuay-Derê Cîhan Kartal daxuyaniyek hevpar xwend, diyar kir ku bi taybet dema şewbê li Tirkiyeyê dijî girtiyên siyasî vegeriyaye tecrîdekê. Kartal wiha axivî: “Di serî de girtîgeha Îmraliyê, tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan û ji ber ku girtîgeha Îmraliyê ya taybet a rejîma bê înfaza bêqanûnî, şert û mercên avhewayê û derdora îzolasyona giran ji bo tendirusiya laş zerer e û li gorî girtîgehên din di rêjeyek pêş de ye. Ev merc ji nexweşiyên kronîk rê vedike. Birêz Ocalan û heman girtiyên hikumxar Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di gîrtîgeha Îmraliyê de ji ber temen û nexweşiyên kronîk rasterast di bin gefê de ne.”

Kartal bal kişand ku di vê pêvajoyê de tecrîda Îmraliyê li girtîgehên din jî tê pêkanîn, li girtîgehan di nava qawîş û hucreyan de hevpeyvîn û faaliyetên sporê dawî anîne. Hevdîtina rûbirî, mafê hevpeyvînê, name, pirtûk û mafên yasayî yên wekî wan ji dest derxistine û da diyarkirin ku girtî di nava tecrîdek girankirî de hatine hiştin.