Tecrîd wê îro li Parlementoya Swêdê were nîqaşkirin
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîdê tê kirin wê îro li Parlementoya Swêdê were nîqaşkirin.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîdê tê kirin wê îro li Parlementoya Swêdê were nîqaşkirin.
Parlementera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh mehek berê pêşniyaznameyek dabû û xwestibû ku bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê yê ji bo rakirina tecrîdê û rewşa rêveberên HDP’ê û akademîsyan ên hatine girtin, li parlementoyê were nîqaşkirin.
Kakabahev diyar kiribû ku piştî ‘hewldana darbeya’ di 15’ê Tîrmeha 2016’an de li Tirkiyeyê gelek zext hatibûn kirin û bal kişand ser vî tiştî ku divê li dijî polîtîkaya êrîşkar a Tirkiyeyê ya li ser Rojava were derketin.
Kakabaveh ji Wezîrê Karê Derve Margot Wallstrom re pirsa “Ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan hûn ê çi bikin?” kiribû.
Rûniştina ku wê tecrîd û grevên birçîbûnê lê werin nîqaşkirin, wê îro saet di 13.00’an de dest pê bike.