Tecrîd vegeriyaye korîdara mirinê, divê bi teqez Îmralî bê hilweşandin!

Li Stenbolê di forma “Pirsgirêka Kurd û Polîtîkbûna Hiqûqê ya Tecrîdê” de bal hate kişandina ser tecrîda giran a li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, têkildarî rewşa Ocalan û tecrîa li ser Ocalan tê meşandin li Otela Elite Worldê ya Taksimê foruma bi navê “Pirsgirêka Kurd û Polîtîkbûna Hiqûqê ya Tecrîdê" lidar xist.

Foruma bi şîara “Ji tariyê ber bi hevîyê ve, Ji heviyê ber bi azadiyê ve" bi tevlêbûna gelek siyasetmedaran didome. Siyasetmedar Ahmet Turk, Akîn Birdal, Sirri Sakik, Ûfûk Ûras,  Parlamenterên HDP'ê Ayhan Bîlgen, Dengîr Mîr Mehmet Firat,  Meral Daniş Beştaş, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serokê Giştî yê OSP'ê Sînan Çiftyurek, Lêkolîner Bekîr Agirdir, Hunermend Ferhat Tunç, Akademîsyenê Aştiyê Bahadir Altan, nûnerên komeleya 78’an, YAKAY-DER, DBP, Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), Vakfa Aştiyê û gelek  parêzer amade bûne.

Piştî axaftina siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, forumê bi mijara “Halê Mafê Bingehîn ê Her Dem Hatiye Rawestandin-Rejîma Îmraliyê ya Rojane dibe" berdewam kir. Di vê rûniştina yekem de Nivîskar Oya Baydar, Parlamentera HDP'ê  Mîzgîn Irgat û Bedia Ozgokçe, Gencay Gursoy, Selîm Sadak, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik amade bûn. Parêzer Several Ballikaya pêşkêşîya rûniştinê kir.

Di vê rûniştinê de ji Buroya Hiqûqa Esrinê Ozgur Erol, sernavê “Rejîma Îmraliyê pêşkêş kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, mijara “Rejîma Îmraliyê û vengdana wê ya pratîkên din ên înfazê” pêşkêş kir. Prz. Ercan Kanar jî mijara “Nirxandina Rejîma Îmraliyê ya Rojane dibe ya bi Feraseta Hiqûqa Navneteweyî re” parve kir.

‘CIHÊ HIQÛQ LÊ HATIYE RAWESTANDIN ÎMRALÎ’

Despêkê  Parêzer Ozgur Erol, bi pirsa “Tecrîd çiye?" dest bi mijarê kir û wiha got: "Tecrîd piştî 1999’an û şûnde êdî di rojevê de ye. Ocalan ji sala 2011’an û şûnde nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji sala 2015’an û şûnde tenê carekê bi malbate re hevdîtin kiriye. Girtiyên birin cem Ocalan jî bi heman rengî nikarin bi malbatên xwe re hevdîtin bikin. Lê tecrîd ne tenê ev e. Tecrîd êdî bûye pergala rêveberiyê. Girtîgeha Îmraliyê jî nebû wekî pergala girtîgehên ku em dizanin. Li girtîgehan bi girtiyan re peyman tê îmzekirin. Li gorî vê peymanê dibêjin 'Ger ku hûn baş nêzîk bibin şertê we dê başkirin. Lê ev peyman tu carî li Îmraliyê pêk nehat. Ji ber ku li Îmraliyê hiqûq hatiye daliqandin. Hatiye rawestandin. Her dem tecrîdê xwe parast û berdewam kir."

‘15 SAL IN TENÊ KANALEK RADYO HEYE'

Erol, bal kişand ser guhdarkirina li Girtîgeha Îmraliyê û wiha berdewam kir. "Hemû hevditinên bi Ocalan re tev hatin guhdarkirin û hatin qeydkirin. Hevditinên bi girtiyan re jî hem veşarî û hemjî aşkere hatin qeydkirin. Li Odeyan qeyd hat kirin. Ev ne tedbirên ewlehiyê ye. Ev teknîka komkirina agahiyan e. 15 salan televizyon nedan Ocalan. 15 salan radyoya tenê yek kanala wê heye dan wî. Di vê radyoyê tenê kanala TRT hebû. Rojname sansur kirin û dan wî. Ev yek bi salan e wisa berdewam dike."

‘LI ÎMRALIYÊ PÊKANÎNA YEK KANALÊ'

Erol, da zanîn ku Ocalan ji ber ku di hevditinê bi parêzeran de gotinê ji devê wî derket rastî cezayê hucreyê hat û wiha berdewam kir: “Kesekî ku bi tena serê xwe bimîne ji bo wî cezayê hucreyê tê çi wateyê? Ev tê wateya ku radyoya wî ji destê wî digirin. rojnameyan nadin wî. Dema parêzer diçûn hevditna wî destûr nedidan ku heyet biçe hevdîtina wî. Piştî heyet çûn hevdîtinê jî vê carê destûr nedan ku parêzer biçin hevdîtinê. Ev weki pekanina radyo ya yek qanalê ye. Ji bilî yek qanalê destûr nadin ku ragihandin li Îmraliyê pêş bikeve. Rewşa ku 25 sal in Tirk iye hatiye li Îmraliyê tovê wê hat avêtin. Hemû bingehê bê hiqûqiyan li Îmraliyê hat avêtin. Destpêka girtîgeha Îmraliyê bûye despêka hemû bêhiqûqiyên li girtîgehan. Ev pêkanînên li Îmraliyê piştî demekê li hemû girtîgehên Tirk iye û li hemû Tirk iye belav bûye. Hevdîtina CPT’î ya 2016’an piştî 2 salan bi raya giştî re hat parvekirin. Ev daneyên raporan ter nake. Li dijî hiqûqa dijmin, raperîna Birêz Ocalan ava kiriye heye. Îmralî ruyê rastî yê ku çawa teknîkên hemû dewletan berovajî bike ye."

‘DIVÊ ÎMRALÎ BÊ GIRTIN'

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî mijara “Rejîma Îmraliyê û vengdana wê ya pratîkên din ên înfazê" pêşkêş kir. Turkdogan, anî ziman ku her çend li Tirk iye cezayê mirinê rakiribin jî li şûna wê cezayê girankirî yê muebetê anine û wiha got: "Xala 25’an a înfazê ya cezayê hepsê ya muebeta giran bi taybet ji bo Ocalan derxistin. Cezayê Gitîgeha yê Muebeta Giran bi taybet ji bo kes hat derxistin. Piştre ev ceza belav kirin. Piştî vê xalê niha gelek girtî ji vê xalê hatin cezakirin. Divê li Tirk iye teqez Birêz Ocalan bê berdan. Divê Tirk iye vê dîrokê dine holê. Divê teqez girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Bi qasî tê xwestin li dijî vê pergalê berte nehatin nîşandan. Denê di milê mafê mirovan de itîraza vê yekê hat kirin. Me her dem got divê girtîgehek wekî Girtîgeha Îmraliyê tune be. Em dixwazin demek berî demekê bê girtin. Nayê zanîn ku Îmrali girtîgehek çawa ye. Ji ber ku statuya wê tune ye. Bê hiqûqiya ku li îmraliyê dest pê kir, li tevahiya Tirk iye belav dibe. Ocalan ji ber mafê xwe yê mirovî xwedî mafên mirovan ên bingehîn e. Divê em tev li gorî vê yekê tev bigerin. Divê tu carî mirovek di bin tecrîda mutlak de neyê girtin. Tecrîda mudlak li dijî rûmeta mirovan e."

‘DIVÊ NERAZÎBÛN BÊTIR ZÊDE BE'

Turkdogan, bal kişand ser hêjmara girtiyên serdema AKP'ê û wiha lê zêde kir: "Di serdema AKP'ê de rewşa girtiyên nexweş bêtir giran bû. CPT rapor aşkere kir. Çima saziyên din nikarin biçim Îmraliyê. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê çima nikarin biçim Îmraliyê. Çima saziyên erka wan heye nikarin biçim Îmraliyê? Ev rewşek keyfî ye. Divê li her derê ev yek bê vegotin û ji bo rêya Îmraliyê bê vekirin bêtir nerazîbûn û îtîraz zêde bibe. Divê li her derê bê gotin ku ev yek şaş e. 19 salin bê hiqûqiya herî mezin tê kirin. Sedema vê yekê ji ber bê hestiyarî û bertekên kêm in. Divê teqez Girtîgeha Îmraliyê bê girtin."

‘GIRTÎGEH MERHEMA DEWLETAN Û ÇEKA DESTHILATDARAN E'

Prz. Ercan Kanar jî mijara “Nirxandina Rejîma Îmraliyê ya Rojane dibe ya bi Feraseta Hiqûqa Navneteweyî re" parve kir û got: "Tecrîd êdî bûye korîdora mirinê. Divê em her dem banga 'Bila Ocalan azad bibe' zindî bikin." Kanar anî ziman ku pergala li Îmraliyê xistine meriyetê armanc dike ku taybetiya kes bisar bîne û beden û hişe wî bihilîne û wiha got: "Miriyên civakî pêş xistin. Girtîgehên Tirk iye hewl dide cudahiyan tevan bike Tirk . Girtîgeh mahrema dewletan û çeka serdestan e.  

DIVÊ OCALAN SERBEST BÊ BERDAN

Kanar, herî dawî xwest Ocalan serbest bê berdan û wiha bi dawî kir: “Ji derxistina Ocalan a Sûriye heta îro hemû tişt li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Bi awayekî korsan hat revandin. Ne di hiqûqa navxweyî de û ne jî di hiquqa navneteweyî de cihê revandina korsan tune ye. Wê demê hemû hêzên navneteweyî û hiqûqnas li hemberî vê yekê bêdeng man. Divê ji bo Îmraliyê êdî dengekî bilind bê derxistin. Îmralî wekî laboratuvara tecrîdê xistin meriyetê. CPT di sala 2017'an de jî hat Tirk iye, li gelek girtîgehan lêkolîn kir. Lê neçû Îmraliyê. Di vê yekê de para DMME, CPT û Sonseya Ewropa jî heye. Her tişt polîtîk e. Ev mijarên ku em dikin jî polîtîk in. Divê tecrida li ser Ocalan tê meşandin êdî bi dawî bibe. Divê êdî Ocalan serbest bê berdan. Divê her em em daxwaza ku Ocalan bê berdan û azad bibe zindî bihêlin."

Parlamentera HDP'ê Mizgin Irgat, jî bal kişand ser astengiyên li pêş pîrozbahiya 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Ocalan û got: "Di pîrozbahiya rojbûna Ocalan de jî hiqûqa Îmraliyê pêk anîn."

Forum bi mijara “Têkiliya Pirsgirêka Kurd a bi mekanîka darbeyê re û Derfetên Çareseriyê" berdewam dike.