Tecrîd û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê li Ewropayê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê li Ewropayê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.

RENNES

Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê tevî dostên xwe, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kirin.

Girseya gel saet 15:30'î li meydana Colombîerê li hev civiyan û ber bi avahiya walîtiyê ve meşiyan.

Kurdistaniyên li Rennesê ketine greva birçîbûnê jî tevlî meşê bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin hatin qîrîn.

Çalakgeran êrîş şermezar kirin û bal kişandin ser berxwedana Leyla Guven.

SAARBRUCKEN

Tecrîdkirina Ocalan li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hat şermezarkirin.

Kurdistanî ji Landwehrplatzê heta Johanneskîrcheyê meşiyan û mîtîngek li dar xistin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Saarbruckenê Dexîl Ebrahîm li mîtîngê axivî û tecrîd şermezar kir. Qiseker helwesta dewleta Tirk jî weke hewldana ji bo qirkirina gelê Kurd nirxand.

Bi navê partiya Dîe Lînke jî parlamenter Thomas Lûtze axivî û qedexekirina PKK'ê şermezar kir. Parlamenter berxwedana Leyla Guven jî silav kir.

Ji DKP Deûtschlandê jî Thomas Hagenhofer peyivî û berxwedana Rojava ku sîstemeke alternatîf e silav kir. Thomas Hagenhofer ji dewleta Elman xwest ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re tavilê bi dawî bike û destekê bide modela Rojava.

Di dawiya çalakiyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.

FRANKFÛRT

Êrîşên dewleta Tirk li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate şermezarkirin.

Greva birçîbûnê ya ji bo destekkirina berxwedana Leyla Guven di roja 8'an de bi meş û mîtîngekê qediya.

Meşa ku ji aliyê NCDK'ê ve hate organîzekirin bi beşdariya bi sedan kesên ji Frankfûrt, Maînz, Gîessen, Offenbach û Hanaû'yê pêk hat.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Bes e ji tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re" hatin hildan.

Di dawiya meşê de li Rosmarktê mîtîngek hate lidarxistin. Ji çalakgerên greva birçîbûnê Mehmet Emîn Yildiz axivî û diyar kir, daxwazên Leyla Guven daxwazên wan e. Qiseker êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir û got, Erdogan hewl dide hilmê DAÎŞ'ê rizgar bike.

Nûnerên MLPD, Coûrage û Yekîtiya Înternasyonalîst jî axivîn.

HANNOVER

Êrîşên dewleta Tirk li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin. Mîtîng li ber HBF'ê pêk hat.

Hevserokê NCDK'ê Altûn Bîschoff bang li Kurdistaniyan kir ku li dijî êrîşan rabin ser piyan.

TORÎNO

Êrîşên dewleta Tirk li bajarê Torîno yê Îtalyayê hatin şermezarkirin.

Gelek Kurdistanî û Îtalyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên PKK, YPG û YPJ'ê hatin hildan û dirûşmên "Terorîst Erdogan, hevkar Ewropa", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

OLDENBÛRG

Kurdistaniyên li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê tevî dostên xwe li ber HBF'ê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kirin.

Di çalakiyê de dirûşma "Kujer Erdogan" hate qîrîn û bi Elmanî daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, divê Elmanya êdî li pêşberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne.

Çalakger piştî daxuyaniyê çûn serdana konê ku aktîvîstên Elman ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedan.

Kon her roja Şemiyê tê vedan û li ser tecrîdkirina Ocalan belavok tên belavkirin û raya giştî ya Elman li ser mijarê tê agahdarkirin.