Tecrîd û biryara DYA'yê li Dragûîgnanê hatin şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê hate şermezarkirin.
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê hate şermezarkirin.
Kurdistaniyan bi vê armancê ji Place Chabranê tevî dostên xwe dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan.
Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo" heta Centre Vîlle Prefectûre meşiya. Piştî meşê daxuyaniyek hate dayin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan û biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê hatin şermezarkirin.