Tecrîd li Sydneyê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sydneyê hat şermezarkirin. Parlamenterê Partiya Keskan Davîd Shoebrîdge li qada çalakiyê axivî û got, "Divê Ocalan azad bibe û karibe bi rola xwe rabe."
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sydneyê hat şermezarkirin. Parlamenterê Partiya Keskan Davîd Shoebrîdge li qada çalakiyê axivî û got, "Divê Ocalan azad bibe û karibe bi rola xwe rabe."
Kurdistanî li ber avahiya Parlamenta New Soûth Wales a li bajarê Sydney ê Awûstralyayê li hev civiyan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sydneyê û Komîteya Piştgiriya bi Rojava ya Sydneyê hat lidarxistin. Bi navê Komîteya Amadekar Brûsk Aeîverî li vir axivî û got, "Em dixwazin tecrîd tavilê bê rakirin."
'OCALAN BI ROLA AŞTIYÊ RABÛ, LÊ TIRKIYEYÊ ZEXELÎ KIR'
Parlamenterê Partiya Keskan Davîd Shoebrîdge serdana çalakgeran kir û li vir axivî.
Shoebrîdge got, "Hebûna we ya îro li vir, ku aştî û demokrasiyê diparêzin, cihê serbilindiyê ye. Ez we pîroz dikim. Em dibînin ku gelê Kurd ne tenê li Tirkiyeyê îro li tevahiya Rojhilata Navîn mafên wan tên binpêkirin. Bi her awayî zilm û komkujî li gelekÎ ji 40 milyonî tê kirin. Mîna hemû gelên li cîhanê, mafê herî xwezayî yê Kurdan e ku xwe bi xwe bi rê ve bibin.
Ocala lîderê PKK'ê ye û ji bo dawî li krîza siyasî ya li Tirkiyeyê bîne gelekî têkoşiya. Ji bo aştiya li Tirkiyeyê bi rola sereke rabû. Lê belê dewleta Tirk bi zexelî polîtîka kir. Divê Awûstralya planên zexel ên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn bibîne. Îro bi qasî 200 rojnamevan û nivîskar di girtîgehên Tirkiyeyê de ne.
Divê Ocalan tavilê bê berdan ku karibe ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rola xwe ya siyasî rabe.
Pêwîste hemû girtiyên siyasî, rojnamevan û nivîskar bên berdan."
Dosyaya NAV-DEM û KNK'ê radestî Shoebrîdge hate kirin.