Tecrîd li Stockholm û Grazê hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarê Graz ê Awûstûryayê hate şermezarkirin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, Komîteya Rojava li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiyek pêk anî. Bi vê armancê li ser pira li ser tunela ber bi navenda bajêr ve pankarta "Azadî ji Ocalan re" hate daliqandin. Çalakgeran her wiha dûyê ji rengên kesk, sor û zer hil kirin.

Çalakgeran ala PKK'ê û flamayên ji wêneyên Ocalan hildan û diyar kirin, heta ku tecrîd bi dawî bibe ew ê çalakiyên xwe bi biryardarî bidomînin.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, ji bo piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê re mîtîngek pêk hat. Kurdistanî li Herrengasseyê li hev civiyan û xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derketin.

Di mîtîngê de pankartên bi nivîsa "Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo Abdullah Ocalan" û "Pêşî li mirina mirovan li girtîgehên Tirkiyeyê bigirin" hatin hildan.

Di mîtîngê de li ser tecrîdê û berxwedana grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin.