'Tecrîd li ser dahatuya gelan taloke ye'

Kurdistaniyên li Edene li dijî tecrîdda li ser gelê Kurd Abdullah Ocalan helweset nîşan dan û gotin, ''Ocalan lîderê gelên mezlûm û çewisandiye. Tecrîd li ser dahatuyan gelan taloke ye''.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir nahêlin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Imraliyê  bi parêzerên xwe re, ji 5'ê Nîsana 2015'an ve bi Şandeya Imraliyê re û  ji 11'ê Îlona 2016'an ve jî  malbata xwe bibîne. Kurdistaniyên li Edene li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan helwest nîşan dan.

Welatiyê Kurdistanê Hasan Kocaman got Ocalan li Rojhilata Navîn lîderekî karîger e û domand, ''Ji hêla demokrasiyê ve pêkhatina pêşdîtinên wî nîşan dide ku çendî lîderekî karîger e. Ji ber vê ye ku ev 10 sal in ev polîtîkaya şaş tê domandin. Ev hemû nîşan dide ku ev dewlet çendî ji demokrasiyê bêpar e. Heke tecrîd bi dawî nebe rojên dijar wê werin jiyîn''.

'EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN'

Supiye Kara got tecrîd ne tenê li ser gelê Kurd e, li ser gelên Rojhilata Navîn e jî û domand,''Ocalan lîderê gelên mezlûm û çewisandiye. Me bêriya wan rojan kiriye ku bi Rêbertî re hevdîtin hebûn. Her tişt xweş bû, rewşa aborî û siyasî ji ya niha baştir bû. Ji ber sedema ku hevdîtin hatin qutkirin rewşa Kurdistanê û Tirkiyê anî vê rewşa nebaş. Hikûmeta  Tirkiyê qey dibêje, 'Heke em tecrîdê li ser Ocalan deynin, em ê bi gel re têkiliya wî qut bikin' lê çi jî bikin em ê li pey şopa wî biçin û heta ku em wî azad bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.''

Hakî Duru got, Kurd dema ku li mafê xwe digerin û fikrên xwe dibêjin her demê cezayê giran li wan tê birîn û got, ''Tecrîda 19 salan a li ser Rêbertiya me jî yek ji binpêkirina mafê mirovan a herî giran e. Mandela jî lîderekî mezin bû. Piştî ku demeke dirêj li girtîgehê ma  lîdertî ji dewlet û gelê xwe re kir. Ocalan jî wê derkeve. Em ê tecrîda li ser wî hatiye danîn bişkînin.''

Asîme Yildirim jî got tecrîda bi salan divê bi dawî bibe û wiha pê de çû: ''Ev dewlet heta kengî bikaribe Rêbertiya me wiha bigire. Tecrîd tenê dahatuya gelan dixe talokeyê, rageşiya li Rojhilata Navîn geştir dike. Wekî dî bi kêrî tiştkî dî nayê.''