Tecrîd li Rûsyayê ji aliyê ciwanan ve hat şermezarkirin

Tevgera Ciwanên Kurd a li Rûsyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Tevgera Ciwanên Kurd a li Rûsyayê, li navçeya Novoaleksandrovsk a bajarê Stavrapolê di çarçoveya pêngava 'Serî hilde' ya Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan de ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, li ber avahiya Mala Kurdan daxuyaniyek da çapemeniyê.

Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Kurd a li Rûsyayê Meksût Bazoyev daxuyanî da û got, "Tenê rojevek gelê Kurd heye, ew jî azadiya Rêberê me ye. Di çarçoveya pêngava 'Serî hilde' de em jî weke ciwanên Kurd ên li navçeya Novoaleksandrovskê dijîn, di bin sîwana Tevgera Ciwanên Kurd a li Rûsyayê de bi bilindkirina têkoşîna xwe em jî tevlî vê kampanyayê dibin."

Bazoyev ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir û got, "Bi polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê re ku li ser gelê Kurd tê ferzkirin, dewleta Tirk a faşîst di dema dawî de qirkirina çandî û siyasî dike. Li dijî dewleta Tirk a faşîst, em bang li ciwanên Kurd dikin ku di çarçoveya kampanya 'Serî hilde' de li ber xwe bidin. Em xwedî li xwe derkevin û Rêberê xwe azad bikin."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" qediya.