Tecrîd li Rûsyayê hate şermezarkirin

Kurdên li Rûsyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Kurdên li gundê Platnîrovskayayê ya herêma Krasnodar a Rûsyayê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan şermezar kirin.

Di çalakiyê de darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd li Îranê hate şermezarkirin û hate gotin, ev polîtîkaya Îranê ya dijî Kurdan nayê qebûlkirin.

Hevseroka Meclîsa Kurd a Platnîrovskaya Tahîre Newroz û Endama Meclîsa Jinên Kurd Ayda Babayeva li ser navê Kurdên Platnîrovskayayê daxuyanî dan.

Newroz got ji 4 salan û vir ve ji rêberê xwe agahî nestandine û diyar kir ku dewleta Tirk nahêle Ocalan malbatê jî bibîne û ev fikaran bi wan re çêdike. Newroz got, divê dewleta Tirk zanibe ku Kurd ti carî vê rewşê qebûl nakin.

Babayev jî got, ew tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar dikin, jinen Kurd wê vê qebûl nekin û ji bo azadiya Ocalan çalakiyên wan wê bênavber bidomin. 

Babayev diyar kir, heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe Kurd jî nikarin azad bibin.