Tecrîd li Orebroyê hate şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Orebro yê Swêdê hate şermezarkirin.
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Orebro yê Swêdê hate şermezarkirin.
Çalakî bi banga Însiyatîfa Jinê ya Orebroyê li navenda bajêr pêk hat. Çalakgeran diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê di şexsê Ocalan de li dijî îradeya gelê Kurd tê kirin.
Qisekeran destnîşan kirin ku tecrîda giran a ku 2,5 sal in li Îmraliyê hatiye şidandin, sebra gelê Kurd difûrîne û gotin, "Divê her kes bi vê zanibe û nêzîkatiya xwe ya li Rêbertî jî li gorî vê rastiyê diyar bike. Li gel aliyên xwe yên însanî, hêrsa Kurdan jî gelekî xurt e. Cîhan tev bi berxwedana li Kobanê, Zap, Amed, Nisêbîn û çar aliyê Kurdistanê zane."
Di çalakiyê de bang li saziyên navneteweyî bi taybetî CPT hate kirin ku li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.