Tecrid li Marsilya û Bordeauxê hate şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Fransayê bi çalakiyan hate şermezarkirin û ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê bang hate kirin.
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Fransayê bi çalakiyan hate şermezarkirin û ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê bang hate kirin.
Li bajarê Marsilya yê Fransayê, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.
Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn.
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Kara li qada çalakiyê axivî û got, "Abdullah Ocalan mirovekî ji rêzê nîne, navê berxwedana ji bo mirovahiyê ye. Gelên li Ewropayê divê xwedî li vê berxwedanê derkevin. Em bang li Yekîtiya Ewropa, Parlamenta Ewropa û CPT dikin ku bi berpirsyariya xwe tevbigerin."
BORDEAUX
Tecrîdkirina Ocalan li bajarê Bordeauxê yê Fransayê bi meşekê hate şermezarkirin.
Kurdistanî tevî dostên xwe li meydana Stalingradê ya Bordeauxê li hev civiyan û li dijî tecrîdê dest bi meşê kirin.
Di meşê de ji bo Ocalan dirûşm hatin qîrîn û li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê belavokên agahdarkirinê hatin belavkirin. Meş bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.