Tecrîd li Kuçukçekmeceyê hate şermezarkirin

Însiyatîfa Jin ên Tîrêjên Rojê li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê li dijî tecrîdê pankart daliqandin.

Endamên Însiyatîfa Jin ên Tîrêjên Rojê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zilma li girtiyên siyasî tê kirin li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê şermezar kirin. Endamên însiyatîfê doh bi şev pankartek bi ser pirekê ve daliqandin û nivîs nivîsandin.

'ÇALAKIYÊN ME WÊ ZÊDE BIBIN'

Di daxuyaniya nivîskî ya însiyatîfê de hate gotin, "Em ji raya giştî û dewleta TC a faşîst re dibêjin: Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo û hevrêyên me bidome wê li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê çalakiyên me zêde bibin."