Tecrîd li Hannoverê hat protestokirin
Ciwanên Azad Hannover, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komkujiyên hatin kirin û êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyeke protestoyî lidar xist.

Bi qasî 100 ciwanan duh saet di 19:00 de Balafirgeha Hannoverê dagir kirin. Balafirgeha Hannoverê bi qasî 2 saetan ji aliyê ciwanên Kurd ve hat dagirkirin. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "DAIŞ ji Kurdistanê bicehime", "Kujer Erdogan" qîriyan. Tevî hewldana polîsan a ji bo destwerdanê jî çalakî 2 saetan dewam kir.
Ciwanan bal kişandin ser operasyon û komkujiyên li Kurdistanê û diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan sedema şer e û xwestin, tavilê tecrîd bê rakirin. Ciwanan destnîşan kirin ku di rewşeke berevajî de ew ê her roj dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin.
Di çalakiyê de hat gotin, "Heta ku tecrîda li ser Ocalan dewam bike, em ê jî li qadan bin, bi ruhê zîndanan em ê tecrîdê bişikînin" û bal hat kişandin ser komkujiya li Pirsûsê. Ciwanên Azad di daxuyaniya li vir de got, "Em ciwanên sosyalîst, şoreşger û enternasyonal, em ê dest bidin hev û di nava xebatên avakirin û parastina Kobanê de cih bigirin." Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.