Tecrîd li Dûîsbûrgê hate şermezarkirin
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel ji bo balê bikişînin ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon vedan.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel ji bo balê bikişînin ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon vedan.
Çalakî danê êvarê saet di navbera 16:00-18:00 de li ber Gara Trenê ya Dûîsbûrgê pêk hat û tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û bi navê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel axaftin hate kirin. Qiseker got, "Ev demeke dirêj e em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê xwe divê têkoşîna xwe geş bike û heta encamê jê bigire nesekine."
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Faşîst Erdogan", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.