Tecrîd divê tavilê bi dawî bibe!
Hevserokên HDP, KCD, HDK û DBP'ê, bi wesîleya roja 100'î ya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek dan. Hevseroka HDP'ê Bûldan got, "Tecrîd divê tavilê bi dawî bibe."
Hevserokên HDP, KCD, HDK û DBP'ê, bi wesîleya roja 100'î ya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek dan. Hevseroka HDP'ê Bûldan got, "Tecrîd divê tavilê bi dawî bibe."
Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û roja 100'î ya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, li Taksîm Hîll Otelê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Hevberdevkên HDK'ê, endamên Dîwana KCD'ê, rêveberên DBP'ê, nûnerên partiyên pêkhateyên HDP'ê, endamên rêxistinên civakî yên sivîl, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê tevlî civînê bûn.
'NÊRÎNÊN BIRÊZ OCALAN ÊN LI SER PAŞEROJÊ GELEKÎ GIRÎNG IN'
Bûldan li civînê axivî û diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî ku 20 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, nêrînên xwe yên li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi pirtûk, parêzname, hevdîtinên bi parêzer û heyetên siyasî re bi raya giştî re parve kir. Bûldan got, Ocalan li ser aştî, azadî û paşeroja Tirkiyeyê xwedî nêrîn, perspektîf û analîzên gelekî girîng in û diyar kir, ji pirtûk û daxuyaniyên Ocalan ev yek tê dîtin.
Bûldan işaret bi 'pêvajoya çareseriyê ya hevdîtinên li Îmraliyê kir û anî ziman, 5'ê Nîsana 2015'an bi şidandina tecrîdê re pêvajo ji holê hate rakirin.
Bûldan ragihand, pêvajoya navbera salên 2011-2015'an ji bo her kesî, ji bo civak û gelên Tirkiyeyê gelekî girîng bûn, lê ji dest hate berdan.
Bûldan bi bîr xist, Ocalan di hevdîtina dawî de ji wan re got, 'eger pêvajoya danûstandinan li ber şahidiya heyetên çavdêr neyê kirin, pêvajo wê ji holê rabe û hûn ê careke din nikaribin bên vê derê'. Bûldan got, "Me hemû ev yek dît. Ji hingî ve destûr ji bo avakirina heyetên çavdêr nehate dayin û ji bo bidawîkirina pêvajoyê tecrîdeke mutleq li ser Birêz Ocalan hate ferzkirin, pêşî li çûn û hatina wê derê hate girtin."
'OCALAN Û KURDAN PÊŞÎ LI KOMPLOYÊ GIRTIN'
Di dewama axaftina xwe de Bûldan anî ziman, Ocalan bi nêrînên xwe pêvajoya komployê ya 20 salan pûç kir û got, "Gelê Kurd pêşî li vê pêvajoya komployê girt. Ji daxuyaniyên hatin kirin tê fêhmkirin ku Birêz Ocalan bi nêrînên xwe yên li ser aştî, demokrasî û azadiyê ji bo paşeroja vî welatî girîng e."
'EGER LI BER TECRÎDÊ RANEBIN, PAŞEROJA ME WÊ NEBAŞ BE'
Hevseroka HDP'ê Bûldan diyar kir, ew tecrîdê tenê weke meseleya Kurdan nabînin û wiha dewam kir: "Ev mesele civak û gelên Tirkiyeyê ji nêz ve eleqedar dike. Eger îro xwedî lê neyê derketin û tecrîd neyê rakirin, paşeroj wê ji bo me û zarokên me nebaş be. Eger em îro nikarin behsa piştevanî û hevgirtineke li dijî tecrîdê bikin, wê çaxê zehmet e mirov qala paşerojeke ronî bikin."
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
Bûldan bi bîr xist ku parlamentera wan Leyla Guven 100 roj in di greva birçîbûnê de ye û got, "Bû 100 roj ku Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. Li gelek girtîgehên Tirkiyeyê û Ewropayê jî zêdeyî 300 kes di greva birçîbûnê de ne."
Bûldan ragihand, daxwazên çalakgeran daxwazên nemeşrû, bêhiqûqî û daxwazên gelekî giran nînin ku bersiv ji wan re neyê dayin û got, ew dixwazin qanûnên Tirkiyeyê bi cih werin anîn.
Bûldan diyar kir, pêkhatina hevdîtinên bi rêk û pêk ên bi Ocalan re li gorî qanûnan e û got, "Tiştekî ji vê wêdetir naxwazin. Leyal Guven jî, mirovên din jî yên ketine greva birçîbûnê di vê daxwazê de israr dikin. Dixwazin parêzer û malbat karibin hevdîtinê bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de Bûldan got, "Ji bo paşeroja Tirkiyeyê, ji bo pêvajoyeke demokratîk ev gelekî girîng e. Pêwîste polîtîkaya tecrîdê tavilê bi dawî bibe û edalet û hiqûq bi cih were anîn."