Tê îdiakirin ku wê 8 girtî biçin Îmrali
Tê îdiakirin ku wê 8 girtî biçin Îmrali
Tê îdiakirin ku wê 8 girtî biçin Îmrali
Hat îdiakirin ku 4 jê jin wê 8 girtiyan bişînin Girtîgeha Îmrali ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 5 hikumxwarin din têne.
Hate îdiakirin ku, li girtîgeha Tîpa F ya Îmralî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 5 hikumxwariyên din têde hene, dê 8 hikumxwariyên din jî bişînin. Li gorî îdiaya Rojnameya Haberturkê, Wezareta Edaletê qebûl kiriye ku 8 girtiyên din jî bişîne Girava Îmralî. 4 jê jin 8 hikumxwariyên ku hêjan navên wan nehatine aşkera kirin, hate diyarkirin ku dê demên pêş de bişînin Girava Îmralî.
Navên 5 hikumxwariyên ku sala 2009’an anîn Girtîgeha Ewlekariya Bilind ya Tîpa F ya Îmralî wiha ne: “Girtiyên ji doza PKK’ê Bayram Kaymaz, Cûmalî Karsû, Şêxmûs Poyraz, Hasbî Aydemîr û girtiyê ji doza Artêşa Komînîst Gundî û Karker ya Tirkiyeyê (TÎKKO) Hakkî Alphan”