Tê îdîakirin ku 6 parlamenterên YNK’ê tevlî rûniştina parlamentoyê nabin

Hat îdîakirin ku di dema çend kêliyek mayî ji bo vekirina parlamentoya Başûrê Kurdistanê re, 6 parlamneterên YNK’ê tevlî rûniştinê nabin.

Hat ragihandin ku di dema çend kêliyek mayî ji bo vekirin parlamentoya Başûrê Kurdistanê, 6 parlamenterên Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) tevlî parlamentoyê nabin.

Televziyoan NRT ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, ragihand ku ji YNK’ê Qadir Rezgeyî, Meryem Samed, Awaz Şêx Cengî, Geşe Dara, Goran Azad û Ferhad Sengawî beşdarî rûniştina parlamentoyê nabin.

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku xwedî 111 kursiyane, 38 kursî di destê PDK’ê, Goran 24, YNK 18, Yekgirtû Îslam 10, Komelya Îslamî 6 kursî hene. Kursiyên din ji bo kêmnetewan hatiye parvekirin.