Taxa Şêxmeqsûd dîsa hate topbarankirin
Taxa Şêxmeqsûd dîsa hate topbarankirin
Taxa Şêxmeqsûd dîsa hate topbarankirin
Hate ragihandin ku 3 fuze li Taxa Şêxmeqsûd Merûf a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurd in, ketine. Di encama topbaranê de zarokek birîndar bû û zirara madî pêk hat.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA ragihandin, di saetên piştî nîvro de 3 fûze li Taxa Şêxmeqsûd Marûf ket. Hate ragihandin ku fuzeyek li mala welatiyek kurd a nêzî mizgeftê ketiye û di encamê de zarokek birîndar bûye. Her wiha di avahiyê de zirar pêk hat.
Hate gotin ku 2 fuzeyên din jî li ber xeta tirênê ketine û bûne sedema zirara madî.