Taxa Kurdan Eşrefiye careke din hate topbaran kirin
Taxa Kurdan Eşrefiye careke din hate topbaran kirin
Taxa Kurdan Eşrefiye careke din hate topbaran kirin
Taxa Eşrefiyê ya Helebê ku piranî Kurd lê dijîn, piştî pevçûnên dijwar ên di navbera hêzên rejîmê û Artêşa Azad de, careke din ji aliyê hêzên rejîmê ve hate topbarankirin. Di encama topbaranê de, welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 10 welatî jî birîndar bûn.
îro li Çerxerêya Diduyan a Taxa Eşrefiyê ya Helebê di navbera hêzên rejimê û Artêşa Azad de pevçûn derketin. Piştî pevçûnê hêzên rejimê bi topên hawanê tax topbaran kir. Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Naîf Omer ê 44 salî yê ji gundê Tewame yê girêdayî Helebê jiyana xwe ji dest da. Her wiha 10 welatî jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku, ji birîndarên rakirine Nexweşxaneya Razî ya li navenda bajêr, rewşa 6 kesan girane. Hate gotin ku di topbaranê de gelek avahî jî hilweşiyane.
Ji welatiyên ku birîndar bûne navên kesên hatine hînbûn wiha ne: Qudret Reşîd (48) ya ji gundê Şorba yê girêdayî Efrînê, Hesen Hemsoro (34) yê ji gundê Qîbara yê Efrînê, Hesen Tirkmenî û Wîsal El Exser.
Li aliyê din hêzên rejimê nehiştin ku rojnamevan biçin nexweşxaneyê û agahiyan bigirin.