'Tatort Kurdistan' piştgirtî da çalakiya li Strasboûrgê

Însiyatîfa 'Tatort Kurdistanê' piştgirî da çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê.

Însiyatîfa 'Tatort Kurdistan', ku ji bo piştevaniya Kurdistanê ji aliyê aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan ên Elman ve hatiye avakirin, li ser çalakiya li Strasboûrgê ya mehek li dû xwe hişt, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ji CPT hat xwestin ku bersivê bide daxwaza çalakgeran û biçe serdana Girava Îmraliyê. 'Tatort Kurdistan' bi bîr xist, tecrîda giran a li ser Ocalan hê jî dewam dike.

Însiyatîfê da xuyakirin ku ji Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer nikarin biçim Îmraliyê û destûr nayê dayin ku malbat jî Ocalan bibîne. Hat destnîşanikrin ku hemû mafên Ocalan ên weke nivîsandina nameyan û axaftina bi rêya telefonê tên astengkirin.

Însiyatîfê ragihand, ji bo aştiya li Kurdistan, Tirkiye û gelemperiya Rojhilata Navîn divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin û got, "Ji bo aştî û edaletê, ji bo qedandina êşkenceyê divê tecrîda li ser Ocalan tavilê were rakirin."