Taşdogen: Dewleta Tirk li Îmraliyê sûc dike

Endama OHD'ê parêzer Elîf Taşdogen diyar kir ku dewleta Tirk bi pêkanînên xwe yên li Îmraliyê, bi binpêkirina qanûnên xwe û guhnedana peymanên navneteweyî sûc dike.

Endama OHD'ê parêzer Elîf Taşdogen têkildarî hewldanên parêzeran ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û helwesta dewleta Tirk ji ANF’ê re axivî.

Bi beşdariya Buroya Hiqûqê ya Asrinê û OHD, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Demokrasiya Ewropa û Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH) Thomas Schmidt civîneke çapemeniyê hatibû lidarxistin û di civînê de hatibû diyarkirin divê bi lezgînî hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were.

Endama OHD'ê parêzer Elîf Taşdogen diyar kir ji 22 welatan 350 parêzer û ji Tirkiyeyê jî 775 parêzeran ji bo bi rêzdar Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê ne hevdîtin were kirin wan serî li Wezareta Edaletê dane û got “19 meh in em tu agahiyan nastînin. Di vê rewşê de em dibînin ku tecrîda ku rêbazeke taybet a îşkenceyê ye, kûrtir bûye. Mafên herî bingehîn ên parêzeran tên astengkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê gelek caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan, lê tu bersiv nehat dayîn. Me dît ku ew di şert û mercên nemirovane, muameleya xerab û tecrîda sîstematîk a bi salan e tê meşandin de berdewam dikin. Me gelek parêzeran tevî parêzerên ji welatên cihê yên dinyayê ji bo şikandina tecrîda girankirî û ji bo hevdîtina bi rêzdar Ocalan, serlêdan kir. Heta niha tu bersiv ji me re nehatiye dayîn. Li ser vê yekê OHD’ê roja Duşemê dîsa ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê serî li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û baroyên din da. Ji bo bidawîkirina tecrîdê em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin.

QEDEXEKIRINA HEVDÎTINÊN LI ÎMRALIYÊ

Hevdîtina bi rêzdar Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan hatibû qedexekirin û ev qedexe di 18’ê Cotmehê de bi dawî bû û parêzerên wî ji bo der barê qedexeyê de bên agahdarkirin dîsa serlêdan kirin. Dadgerê Înfazê yê Bûrsayê diyar kir ku di bersiva parêzeran de qedexeya ramanê nîne; dûre jî da zanîn ku hevdîtina parêzeran a bi rêzdar Abdullah Ocalan 6 mehan dîsa hatiye qedexekirin. Ez bi taybetî qala van tiştan dikim; di warê eşkerekirina cezayên dîsîplînê de, ku di bin qanûnê de têne danîn. Daxwazên hevdîtina parêzeran piştî ku şert û mercên di xala 59'an a zagona bi hejmara 5275'an de pêk hatin, bi biryara dadgehê ji bo demekê dikarin bên astengkirin, di heman demê de pêkanîna cezayê dîsîplînê ya derqanûnî weke bingeh binpêkirina eşkere ya qanûnê ye. Weke ku ji vir jî tê fahmkirin, li Îmraliyê qanûneke cudakar a bi temamî cuda tê sepandin.  Dema ku we di qanûnên xwe yên neteweyî de behsa mafên girtiyan kiribin û bi taybetî jî eger hûn di vê mijarê de alîgirê peymanên navneteweyî bin, hûn nikarin serî li van kiryarên kêfî bidin. Bi awayekî xwezayî li Îmraliyê girtî hene û mafê van girtiyan jî heye.”

Taşdogen diyar kir ku li gel hemû serlêdanên hiqûqî jî maf û rêgezên qanûna bi hejmara 5275, Destûra Bingehîn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo rêzdar Ocalan û girtiyên din nayên bicihanîn û ji aliyê darazê ve bê encam tên hiştin. Helbet sûc e ku ji dêvila li gorî qanûnan tevbigerin ew li gorî kes û demê tevbigerin.. Di vê rewşê de, Tirkiye bi binpêkirina qanûnên xwe, bi binpêkirina peymanên navneteweyî yên ku ew jî alîgirê wan e, sûc dike û van sûcan didomîne. Saziyên mafan, komîsyonên pêşîlêgirtina îşkenceyê û mekanîzmayên din di vî warî de bêdeng in û naxwazin rewşê bibînin. Di rastiyê de Tirkiye jî ji vê rewşê cesaretê digire.

Taşdogen bal kişand ser serdanên CPT’ê û got “ Rêxistina Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) heta niha 8 caran çûye Girtîgeha Girava Îmraliyê û rapor eşkere kiriye. Di hemû raporên ku beriya niha hatibûn weşandin de derketibû holê ku şert û mercên girtîgehê yên li Îmraliyê ji ber ku qedexeya îşkenceyê binpê dike, pêwîstî bi başkirina şert û mercên girtîgehê heye. Hîn raporta xwe ya li ser hevdîtina xwe ya herî dawî belav nekiriye. Li vir em dibînin ku ne tenê binpêkirina qedexeya îşkenceyê, her wiha mafên bingehîn ên pir giran jî tên paşguhkirin. Li ser rêzdar Abdullah Ocalan ev nêzî 24 sal in êşkenceyên mezin heye. Li ser Konar, Aktaş û Yildirim ên ku ew jî di girtîgeha Îmraliyê de ne, 8 sal in êşkence û zextên giran hene. Tirkiye bi pêkneanîna hiqûqê sûc dike. Ji ber vê yekê em dibînin ku hiqûq û demokrasî li Tirkiyeyê ku Destûra Bingehîn, DMME û erkên din ên hiqûqî tên paşguhkirin. Ji bo rakirina tecrîda kûr û bêhiqûqiyê divê rayedarên hiqûqa navneteweyî berpirsyariyên xwe yên siyasî, civakî û hiqûqî bi cih bînin. Divê demildest bikevin nava liv û tevgerê da ku rê li ber birêz Ocalan û girtiyên din veke ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin.”