Taşdemîr: Soylû derewker e
Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû derewan dike û destnîşan kir ku feraseta AKP-MHP'ê wê bi destê jinan bi dawî bibe.
Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû derewan dike û destnîşan kir ku feraseta AKP-MHP'ê wê bi destê jinan bi dawî bibe.
Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk ew kiriye hedef, têkildarî îdîayên li dijî wê tên kirin, tevî Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç û parlamenteran li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.
'HEM ÊRIŞ DIKE, HEM JÎ DEREWAN DIKE'
Taşdemîr diyar kir ku partiya wan bûye hedefa êrişên giran û tundiya desthilatdariya AKP'ê û bal kişand ser girtina bi hezaran endam, rêveber û hilbijartiyên wan. Taşdemîr anî ziman ku li gel destgîrkirin û girtinê, her wiha propagandayeke giran a reşkirinê li dijî partiya wan tê meşandin û wiha dewam kir:
"Çavkaniya desthilatdariyê derew e, îftira ye. Wezîrê Karên Hundir 16'ê Sibatê li Meclîsê li şûna ku têkildarî operasyona Garê hesab bide, hemasetê dike û partiya me dike hedef. Got, 'Ji meclîsê parlamenterek çû' û nav negot. Çar rojan di nava raya giştî de atmosfereke wiha afirand. Piştî 4 rojan jî derket qenaleke televîzyonê ya alîgirê xwe û saetekê heqaret li partiya me kir. Bi gotinên 'Niha, kêliyek din, gaveke din' bûyer kirin mîna şovekê. Di dawiyê de jî navê min bilêv kir. Lê belê ispatek nîşan neda. Bi gotegotan êriş kir."
'JI BO EŞKEREKIRINÊ TU LI BENDA OPERASYONÊ SEKINÎ?
Taşdemîr ji bo îdîayên Soylû got, "derew û îftira ne" û wiha dewam kir, "Dipirsim: Madem di destê te de agahî û belgeyeke wiha heye te çima neda dozgeriyê, lê di televîzyonê de eşkere kir? Ji bo eşkerekirina vê jî tu çima li benda operasyona Garê sekinî? Em zanin ku sedemeke vê heye. Ev yek hewldanek ji bo parastina desthilatdariya xwe ye. Ji bo vê jî her roj derewan, gotinên bêbingeh, îftirayan li me dike. Li vî welatî ji bo desthilatdariyê çi tê kirin, çi derew tên kirin em pê zanin."
Taşdemîr got, "Dema ku min li wê bernameyê temaşe kir ku bi gotegotan û îftirayan dagirtî bû, bi rastî jî ez li ber xwe ketim, bi navê rojnamevantiyê, bi navê welatê xwe ez li ber xwe ketim" û wiha dewam kir: "Rojnamevanekî bi tenê jî pirseke rast nekir, li daxuyaniyê nepirsî. Negot 'Çima hûn îro li vir eşkere dikin'. Berpirsyariya Soylû yê derewîn e ku îdîayên xwe ispat bike. Di rewşeke berevajî de derewker e, mufterîd e."
'DÎMENAN Û BELGEYAN EŞKERE BIKIN'
Taşdemîr diyar kir ku ew van îdîayan ti carî qebûl nakin û got, "Careke din dipirsim: Ez kengî, kîjan rojê çûme Garê? Bi belgeya eşkere bikin. Ji me re qala çîrokan nekin.
Hûlûsî Akar li Meclîsê eşkere kir, li devereke ku artêş bi xwe jî zor û zehmetî xwe gihande wir ez çawa kengî çûm e, kengî li wir hatim dîtin, kengî vegeriyam? Gelo di navbera Stenbol û Garê de seferê balafiran heye, lê haya me jê nîne? Qala dîmenan kirin. Soylû ka dîmenê kamera? Ka wêne?"
'JIN WÊ DAWÎ LI VÊ FERASETÊ BÎNIN'
Taşdemîr destnîşan kir ku îftirayên Soylû li dijî jinan hemûyan hatiye kirin û got, "Van îftirayan weke li dijî têkoşîna me ya jinê dibînim. Têkoşîna me ya jinê wê dawî li vê feraseta siyasetê bîne. Piştevaniya jinê bi biryar e ku dawî li feraseta we ya siyaseta mafyatîk bîne. Li vir tînim ziman. Ez neçûm Garê. Ev eşkere ye. Ev îdîa derew e û îftira ye."