Taşdemîr: Li dijî malbata Leyla û partiya me kampanyayên lîncê hene

Parlemetera HDP’ê Dîrayeta Dîlan Taşdemîr got: “Dosyaya Leyla raya giştî qane nake. Ev kes çima hate girtin, çima hê biryara veşatinê li ser dosyayê didome.”

Parlemetera HDP’ê Dîrayeta Dîlan Taşdemîr nerazîbûn nîşanî hedefkirina li ser kesê hatî girtin a partiya wan da û got: “Dosyaya Leyla raya giştî qane nake. Ev kes çima hate girtin, çima hê biryara veşatinê li ser dosyayê didome.”

Parlemetera HDP’ê Dîrayeta Dîlan Taşdemîr bibîr xist ku propagandayeke qirêj tê meşandin, li ser Aydemîr re HDP tê hedefkirin.

Têkildarî mijarê ji ber veşartina li ser dosyayê heta niha ti agahî bi malbata Leyla Aydemîr re nehatiye parvekirin.

‘GUMAN ZÊDE DIBIN’

Taşdemîr têkildarî mijarê bi ANF’ê re axivî û ev tişt got: “Li gorî agahiyê malbatê dayî gumanên îhmalê yên li ser lêpirsînê hene. Li gorî gotinê bav, roja ku Leyla winda bibû, hatibû xwestin ku mala wan lêrgerîn bikin lê wan ev yek erê nekiriye. Kesek hatiye girtin, lê heta niha di derbarê vî kesî de ti agahî bi raya giştî re nehatiye parvekirin. Ji roja yekem ve bi malbat û kesên xizmên wan re di nava peywendiyê de me. Li gorî hinek agahiyên di çapemeniyê de balav bûne, li ser malbatê kampanyayeke ya lincê heye. Hevdîtinên ku me bi malbatê re kirî diyar kirin ku têkildarî girtinê agahiyê delîlên berbiçav nînin, li ser dosyayê biryara veşatî heye. Niha têkildarî dosyaya Leyla ku raya giştî qane bike nîne. Ev kes çima hatiye girtin, çima hê biryara veşartî li ser dosyayê didome? Fikar li ser lêpirsînê zêde dibin.”

Taşdemîr anî ziman ku têkildarî kesê hatî girtin li ser tevnên civakî tên parvekirin û partiya wan tê hedefkirin û got: “Li ser tevnên civakî pêvajoyeke qirêj tê kirin. Ji ber nasnameya siyasî ya bersûc partî rêveberî û xebatkarên me tên hedefkirin.Kî dibe bila bibe pariya me her demê li dijî destdirêjî, destavêtina zarok û şideta li jinê li ber xwe û têkoşîn kiriye.”