Taşdemîr: Bêdengî sûc e!

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişand li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got; “Bêdengiya li beramberî grevên birçîbûnê ku di qonaxa kritîk de ye, sûc e.”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî hilbijartina 31'ê Adarê, rojeva jinan û çalakiyên greva birçîbûnê civîna çapemeniyê li dar xist.

Taşdemîr, ewil bal kişand ser lehiya ku li Herêma Loristanê rabûye û wiha got: "Li herêma Loristanê di encama lehiyê de li gorî daneyên dewletê 70 mirovan jiyana xwe ji dest dane. Nêzî 800 mirov jî birîndar bûne. Sersaxiyê ji malbata hemû kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazim. Mixabin Îranê li hemberî vê felaketê hestiyar nêzîk nebûye. Divê di serî de hikûmeta Îranê û hêzên navneteweyî hestiyar nêzî vê meseleyê bibin û destê xwe dirêjî van însanan bikin. Meclîsa Jinan a HDP'ê em ji ber vê felaketê pir xemgîn in. Em li pişt gelê xwe yê Loristanê ne. Emê şopdarê bûyerê bin.

‘DÎROKA TIRKIYEYÊ DE PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ YA HERÎ KRITÎK BÛ’

Taşdemîr, encama hilbijartina 31'ê Adarê jî nirxand û wiha got: "Di dîroka Tirkiye de hilbijartina herî krîtîk bû. Polîtikaya zext û dijminantiyê ya ku AKP'ê di hilbijartinê de pêş dixist hêj didome. Stratejiya ku Partiya me danî holê hemû bêhiqûqî û lîstikên desthilatdariya AKP'ê teşhîr kir û eşkere kir. AKP 7 sal in polîtîkayên xwe ji ber encama sindoqan rewa dide xuyakirin. Lê niha encama ku ji sindoqan derketiye qebûl nake. Tenê dema ew bi ser dikeve encama sindoqan rewa ye. Lê dema yê hemberî wî bi ser dikeve encama sindoqan ne rewa ye. Bi zext û hîleyan carek din vîna gel xesp kiriye. Meseleya ku li Stenbolê hefteyek e bi encam nabe û li Mûşê neqebûlkirina vîna gel encama vê yekê ye. Partiya me 3 sal in li dijî van polîtîkayan têkoşînek pir dijwar dide. Stratejiya partiya me hemû polîtîka û lîstikên wan aşkere kir û teşhîr kir.

‘DESTHILATDARÎ BI ÊRÎŞ Û GEFAN DIXWAZE TÊKOŞÎNA JINAN KRIMÎNALÎZE BIKE’

Taşdemîr, da zanîn ku Meclîsa Jinê encama hilbijartinê berfirehî nirxandine û wiha axivî: "Em ê di 12'ê Nîsanê de civîna Meclîsa Jinê pêk bînin. Em ê encama civînê bi raya giştî re parve bikin. Di dîroka welat de îktîdara AKP'ê herî zêde di vê hilbijartinê de serî li gotinên nijadperestî, zayentîperestî û wêdekirinê da. Herî zêde di vê hilbijartinê de gef xwar û neheqî li hemberî xwe kir. Zimanê gef û tundiyê herî zêde bandorek neyînî li ser jinê kir. Ji ber vî zimanî tundiya li jinan hat kirin nehat dîtin. Tundiya namzetê mêr ya li dijî jinan bêtir kûr kir. Ji ber vê yekê zimanê siyaseta ku jinê wekî dijmin dibîne, bandora xwe li ser cihê jinê yê di siyasetê de jî kiriye. Bi taybetî gefên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû yên li dijî Hevseroka me ya Giştî Pervîn Bûldan, hemû jin kirine hedef. Îktîdar bi van êriş û gefan dixwaze têkoşîna jinan krîmînalîze bike. Jinên muxalif, hevşaredar û parlamenterên me yên xebatên hilbijartinê meşandin rasterast bûn hedef. "

Taşdemir, destnîşan kir ku ligel hemû tundî, gef û êrîşên li dijî jinê, dîsa li ber xwe dane û wiha lê zêdekir: “Dema em li encama vê hilbijartinê dinerin, em dibînin ku jinan bi têkoşîna xwe bersîvek xurt daye îktîdara AKP-MHP'ê. Dîsa di vê hilbijartinê de bersîvek dane rejîma yek zilamî. Jinan bi vê peyamê hêviyek mezin kiriye. Jinan û partiya me di vê hilbijartinê de ji bo demokrasiyê rolek mezin lîst."

Taşdemîr, da zanîn ku di nava 319 namzetên HDP'ê de 149 jin bûn û wiha bi dawî kir: “Ev hêjmar qat bi qat ji rêya partiyên din zêdetir e. Namzetên me yên jin performansek pir xurt nîşan dan. Li dijî hişmendiya mêr a siyaset û şaredariyê di rêveberiya bajar de siyasetek nû pêş xist. Hemû şaredariyên ku me stendine tev pergala Hevşaredariyê heye. Di milê nûnertiya jinê de, dema em li siyasetê dinêrin partiyên din tev bin ketin.”

JI BO ÇARESERIYA MUTLAQ DIVÊ BI LEZ BI ÎMRALIYÊ RE HEVDÎTIN WERE KIRIN

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 152 roj in didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya birêz Guven de dest pê kir, her ku diçe belav dibe û hatiye sînorê krîtîk. Bi mehan in di grevê de ne. Lê dîsa hikûmet ker kor û lal tevdigere. Ji ber bêdengiya hikûmetê li girtîgehan 7 ciwanan çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Sedema vê yekê polîtikaya hikûmetê ya bêdengiyê ye. Hikûmeta AKP'ê bi nedîtinê carek din polîtîka zilmê dimeşîne. Li şûna rê li pêş mirinê bigire, destûr nedane ku malbat cenazeyên xwe defin bikin û şîna xwe deynin. Şîn wekî sûc girtine dest. Armanca vê polîtîka îktîdarê dixwaze heviya gelê Kurd a têkoşînê bişkîne. Ji niha û şûnde bêdengiya hikûmetê sûc e. Çalakî hatiye sînorê krîtik û êşan mezintir bike. Dive demek berî demekê hikûmet vê tecrîdê bi dawî bike û daxwazên girtiyan pêk bîne. Ji bo çareseriya mutlaq divê bi lez bi Îmraliyê re hevdîtin bên destpêkirin."