Tanqên ku YPG’ê desteserkirin
Tanqên ku YPG’ê desteserkirin
Tanqên ku YPG’ê desteserkirin
Hêzên YPG’ê di 6’ê tebaxê de 70 leşkerên Sûriyeyê dîl girtin û bi giştî dest danîn ser 5 tanqan. Tanqan li kolanên Efrînê tur avêt.
Di 6’ê tebaxê de roja sêşemê artêşa Azad a Sûriyeyê balafirgeha Mînnîg a navbera Efrîn û Helebê girtibû û bi du tanqan reviya bûn. 70 leşkerên Sûriyeyê ketibûn kemîna YPG’ê. Piştî pevçûneke kurt leşker dîl hatibûn girtin û dest danîn ser tanqan.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê di 8’ê tebaxê de, diyar kir ku li ser agahiya ku leşkerên dîl hatine girtine dane 3 tanqên aydê hêzên YPG’ê hatin desteserkirin.
Tanq di 7’ê tebaxê roja çarşemê anîn Efrînê. Gel bi dirûşme û tiliiyan pêşwazîkirin û îro heta 16.00 li bajar tur avêt. Nêzî 100 wesayît bi konvoyê re çûn. Bi hezaran kesî li kolanê konvoy temaşe kir û şervanên YPG’ê silav kirin.
Hêzên YPG’ê di pevçûnên dijwar yên Tîl Ebyad de gelek wesayît desteserkirin û li Kobanê bi merasîmekê pêşkêş kiribû.