Tangek hat rûxandin û 20 çete hatin kuştin

Tangek hat rûxandin û 20 çete hatin kuştin

Hate ragihandin ku, li Girkê Legê di demjimêr 05’ê sibê de çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra êrîşî benden kontrolê yê di navbera gundê Yûsifiyê û Cinêdiyê kirin û şerên dijwar rûdane. Hate hînbûn di şerê heta niha didome de tankek komên çete hatiye rûxandin, lê hejmara kuştî û bîrandaran nehatin zanîn. Ji aliyêkî din ve Yekîneyên Parastina Gel gundê Qanaya ya 30 km li rojavayê Kobanê dikeve ji destê çeteyên El Nusra rizgar kirye û di encama şerê ji duh ve 20 endamên komên çete hatine kuştin, 2 wesayît hatine rûxandin. Pevçûnê li derdora gund didomin.

Êrîşên li dijî Rojavaya Kurdistan didomin. Li gorî nûçeya ANHA li Girkê Legê ragiyand ku di demjimêr 05’ê sibê çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra êrîşî bendên kontrolê yê di navbera gundê Yûsifiyê û Cinêdiyê Yekîneyên Parastina Gel kirin û şerên dijwar rûdane û şer heta niha didome.

LI GIRKÊ LEGÊ ŞERÊN DIJWAR; TANGEK HATE RÛXANDIN

Hate ragiyandin di demjimêr 05’ê sibehê de çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra bi çekên giran û tankan êrîşî bendên kontrolên di navbera gundê Yûsifiyê û Cinediyê yên YPG kirine û şerên dijwar rûdane. Hate hîn bûn di vî şerên heta van demjimêran dom kir de, YPG’ê tangek komên çeteyan rûxandine û tê gotin bi dehan kuştî, bîrandar hene. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehatin zanîn.

GUNDÊ QANAYA HATE RIZGAR KIRIN, 20 ENDAMÊ KOMÊN ÇETE HATE KUŞTIN

Li gorî agahiyên ku ji Kobanê hatine girtin, şevê din şerên dijwar li Qanaya ê 30 km dikeve rojavaya Kobanê hebûn û di encamê wan şeran da gundê Qanaya bi temamî ji destê komên çete yê Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra hatiye rizgar kirin. Hate di şerê duh ve heta niha 20 endamên komên çete hatine kuştin, 2 wesayît hatine rûxandin û bidehan birîndarên xwe derbazî Tirkiyeyê dikin. Duh jî gundê Îlecax yê wê heremê ji destên komên çeteyan hati bû rizgar kirin.

LI GIRÊ SPÎ 2 ENDAMÊ ÇETE HATIN KUŞTIN

Hate hînbûn li gundê Bîrkinê yê dikeve başûrê rojvaya Girê Spî YPG operasyonek lidarxist û Bûldozerek hatiye rûxandin û 2 endamên komê çete hatine kuştin.

LI ZORMAXAR AMADEKARIYA ÊRÎŞAN

Li gora çavkaniyê heremê li gundê Zormaxar 40 km Rojavaya Kobanî liv û tevgera komên Dewleta Îslam ya Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya Nusra heye. Hate hînbûn gelek endamên komên çete li vir kombûne û amadekariyê êrîşan dikin.