Taliyê gotina Kobanê ji devê Steinmeier derket!
Taliyê gotina Kobanê ji devê Steinmeier derket!
Taliyê gotina Kobanê ji devê Steinmeier derket!
Wezîrê Karên Derve yê Elmanya Frank-Walter Steinmeier, der barê mijara êrîşên li hemberî Kobanê de ku di rojeva cîhanê de ye, piştî çend hefteyan axivî. Steinmeier şîroveya "Kobanê unîteyeke nû ya trajediya li Sûriyeyê ye" kir, pesnê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li krîza Kobanê da û got, "Ji dûr ve rênîşandana Tirkiyeyê, ne li gorî mantiqê mirovan e."
Der barê drama li Kobanê ku bi rojane di serî de Neteweyên Yekbûyî civata navneteweyî li ser diaxvie û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de, ji Elmanyayê daxuyaniyek hat. Wezîrê Karên Derve Frank-Walter Steinmeier ji rojnameya "Der Tagesspiegel" re axivî û li ser şerê DAIŞ, şerê li Kobanê û Koalîsyona Navneteweyî helwesta welatê xwe aşkera kir.
Steinmeier ragihand ku ew hewl didin Tirkiye, Îran û welatên Ereb di mijara têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ'ê de îqna bikin û di vî warî de bal kişand ser serdana Cîde ya bi rêveberiya Erebîstana Siûdî. Steinmeier da zanîn ku li dijî DAIŞ'ê pêwîstî bi stratejiyeke siyasî ya hevpar a demdirêj heye û wiha axivî:
"Eger tê xwestin di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de serketin bê bidestxistin, divê welatên herêmê dijminatiya berê ya di navbera xwe de deynin aliyekî û bi hev re tevbigerin."
'EM Ê LI DIJÎ DAIŞ'Ê TÊKOŞÎNEKE LEŞKERÎ NEMEŞÎNIN'
Der barê êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê de Wezîr Steinmeier got, "Kobanê unîteyeke nû ya trajediya li Sûriyeyê ye. Zêdeyî sê sal in li Sûriyeyê şerekî navxweyî dimeşe. Ne ji aliyê siyasî ne jî ji aliyê leşkerî ve biryarek nehatiye dayîn." Wezîr Steinmeier da xuyakirin ku ti welat ne amade ye leşkeran bişîne Sûriyeyê û got, "Ti ji me guhê xwe li êşa însanî ya li Sûriyeyê negirtiye. Lê belê li aliyê din em berpirsyariya leşkerên xwe jî hildigirin. Em ciwanên xwe nikarin ji nişka ve bişînin nava şerekî hov ku DAIŞ tê de xwedî gelek eniyan e, artêşa Esad û bi dehan komên tê de şer dikin hene. Me berî her kesî biryar dan û me ji Kurdên li Iraqê re alîkariya leşkerî û însanî şandin."
Li ser pirsa 'çima Elmanya beşdarî operasyonên hewayî yên li dijî DAIŞ'ê nebûye' Wezîr Steinmeier ev bersiv da: "Tevlîbûna hemû dewletan li nav operasyona hewayî, bêwate ye. Li gel ELmanya 13 yan jî 14 dewlet tevlî vê operasyonê nebûne."
"EM NIKARIN RÊ NÎŞANÎ TIRKIYEYÊ BIDIN"
Steinmeier bi kêfxweşî tevlîbûna Tirkiyeyê li nava koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê pêşwazî kir û ji bo rexneyên "Bila di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de bêtir xwedî bandor be" ya li hikûmeta AKP'ê tê kirin Steinmeier ev bersiv da: "Tirkiye li herêma krîzê, bi Sûriye û Iraqê re xwedî sînorekî dirêj e. Tirkiyeyê bi mîlyonan penaber qebûl kir û qet nebe jiyana wan xilas kir. Ji dûr ve rênîşandan bi dîtina min ne li gorî mantiq e."
STROBELE: DIVÊ QEDEXEYA LI SER PKK'Ê BÊ RAKRIN
Di vê navberê de Parlamenterê Partiya Keskan Christian Strobele yê pêr tevlî meşa bi sed hezaran mirovî ya li Dusseldorfê ya ji bo Kobanê bû, destek da daxwazên xwepêşandêran. Yek ji pêkhateyê Partiya Keskan Strobele ku beriya niha gelek caran ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê bang li hikûmetê kir, ji ser hesabê xwe yê twitterê ev peyam da: "Îro 20 hezar mirov wê sempatiya xwe ya ji bo şervanên Kurd ên li Kobanê têkoşîna jiyanê dimeşînin, bînin ziman. Divê ev yek bi ti awayî neyê cezakirin. Ji ber vê yekê divê qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin."