Tahmaz: Yên serî natewînin, wê bi ser bikevin

Rêveberê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz nobeda 'Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedar' dewr girt. Tahmaz got, "Yên çokê danaynin, yên serî natewînin, eger nêrîna hevpar diyar bikin wê bi ser bikevin."

Rêveberê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz nobeda 'Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedar' a ji bo rojnameya Ozgur Gundemê dewr girt. 

Tahmaz di civîna rojevê de pêşniyarên xwe li ser nûçeyan bilêv kir.

Tahmaz li dijî konsepta şer bal kişand ser girîngiya piştgiriyê û got, "Em dixwazin mucîzeyê derxînin holê. Ev mucîze wê bi xurtkirina piştevaniyê ve pêk bê. Yên ku çokê daneynin, serî netewînin, eger nêrîna hevpar diyar bikin wê bi ser bikevin."

Hakan Tahmaz gotinên Seroka TÎHV'ê Şebnem Korûr Fînanci bibîr xist û got, "Ew ditirsin rastî derkevin holê. Em ê bi anîna aştiyê mucîzeyê bafirînin. Wekî ku mamoste Şebnem jî gotibû 'deynê xwe didim' ez jî niha deynê xwe didim."