Tabûrên Artêşa Azad li ser malên talanê bi hev ketin

Tabûrên Artêşa Azad li ser malên talanê bi hev ketin

Hat ragihandin, li herêma Şedadê ya 60 km li başûrê bajarê Hesekê, li ser rêya Dêr Zorê, di navbera tabûrên Artêşa Azad û Dewleta Îslam a Iraq û El Şam/Eniya El Nusra de pevçûn rû dane.

Şerên komên çekdar ên Artêşa Azad û Dewleta Îslamî ya Iraq û El Şam/ Eniya El Nusra li ser parvekirina malê talanên dijwar dibin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li herêma Şedadê ya 60 km li başûrê bajarê Hesekê li ser rêya Dêr Zorê, di navbera tabûrên Artêşa Azad û Dewleta Îslamî ya Iraq û El Şam/Eniya El Nusra de pevçûn rû dane. Hate hîn bûn di encamê wan şerande ku hêj bi hemû dijwariya xwe didome de gelek kes hatine kuştin û birîndar kirin. Çavkaniyan diyar kir ku cenazeyên kuştiyan hîna li kolanane.