SYPG: Li dijî êrîşên dagirkeriyê şoreşa me wê bidome
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bersiv dan gefên Serokkomarê Tirk Erdogan û got: “Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirkeriyê şoreşa me wê bidome.”
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bersiv dan gefên Serokkomarê Tirk Erdogan û got: “Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirkeriyê şoreşa me wê bidome.”
Sasiya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) ragihand ku dewleta Tirk carekî din li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer îlan kiriye. Hate gotin ku armanc ji holê rakirina destkeftiyên Kurdan û gelên herêmê ye.
SYPG wiha got: “Ditirsin, dîktator Erdogan û dewleta faşîst a Tirk a dagirker ji tirsa direcife. Ditirse ku bayê azadiyê sîstema kapitasîst a bê exlaq, bêhn dayî û ketî çiravê hilweşîne. Dibînin ku dor hatiye wan û ji bo wê ziravê wan diqete. Ev dijminên mirovahî û azadiyê ne.”
SYPG’ê anî ziman ku her ku çeteyên DAÎŞ’ê tengav dibe û nefesa xwe ya dawî dikişîne ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku hevkarê wê hêz dide wan û got: “Li Kobanê jî heman tişt kir, dawiya xwe anîn. Çawa çeteyên DAÎŞ’ê me avêtin sergoya dîrokê wê dewleta faşîst a Tirk jî biçe sergoya dîrokê.”
SYPG’ê li dijî êrîşan banga rabûna ser lingan kir û got wê li her enî û çeperên wê li ber xwe bide û şoreşê bikin.
SYPG’ê wiha got: “Banga Seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo şoreş, azadiyê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker kirî di cih de ye, bang dikin ku divê gelê me li her qadê dakeve kolanan, azadiyê mezin û çeperan xurt bike.”