SYKP: Nerazîbûna gelan wê pêşî li dagirkeriyê bigire
SYKP'ê diyar kir, bi nerazîbûna gelan pêşî li dagirkirina Rojava dikare were girtin."
SYKP'ê diyar kir, bi nerazîbûna gelan pêşî li dagirkirina Rojava dikare were girtin."
Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst (SYKP) li ser rewşa dawî ya li Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.
SYKP'ê bal kişand ser polîtîkayên hêzên emperyalîst û got, "Ji bo hinekî din çekan bifiroşin, bîrên petrolê bi dest bixin û li ser bazarê serdest bin, ne xema wan e ku bi sed hezaran mirov bimirin, bi milyonan mirov koçber bibin."
'PARADÎGMAYA OCALAN AZADIYÊ DATÎNE BER HER KESÎ'
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, Kurd bi nifûsa xwe ya ji 40 milyonî ji nifûsa gelek dewletan zêdetir e û ji bo mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin, neçar dimînin canê xwe bidin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Paradîgmaya 'Konfederalîzma Demokratîk' a Abdullah Ocalan ku li Rojava bi cih tê, ne tenê ji bo Kurdan, jiyaneke bi hev re azad dide hemû gelên herêmê.
Ji DYE heta Rûsyayê, ji Erdogan heta Esad hêzên hevrikên hev destpêkê li Efrînê, niha jî li beşê din ê Rojava li dijî QSD/PYD'ê ku li dijî DAÎŞ'ê li lehengî têkoşiyan, li heman refê gihîştine hev. Sedema vê yekê jî ev paradîgmaya jiyana azad e."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku careke din bêstatubûn li ser gelê Kurd tê ferzkirin û hate gotin, dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê li Minbic, Kobanê, Cizîrê wê ne tenê Kurdan, hemû civakên sekuler ên li herêmê bixe nava kaoseke nû.
'NERAZÎBÛNA GELAN DIKARE PÊŞÎ LI VÊ ZILMÊ BIGIRE'
Di daxuyaniyê de bang li gelên cîhanê hate kirin û hate gotin, "Yekane hêza ku dikare pêşî li vê zilm û bêwijdaniyê bigire, xwedîderketina we ya li Rojava ye. Eger mîna dema pêvajoya rizgarkirina Kobanê gelên cîhanê xwedî li aştî, demokrasî û mafên mirovan derkevin, li ber hikumetên bazirganên şer rabin, wê ew dewlet jî neçar bimînin paşve gavan biavêje."
Di daxuyaniyê de bang li gelên Tirkiyeyê jî hate kirin ku heta li dijî zilma li Kurdan tê kirin dernekevin, wê derdê Tirkan jî neqede.