Partiya Sosyalît a Swîsreyê (SP), Keskan, Swîsreyîyên Solîdarîte, Basta, March Mndîale Des Femmes Sûîsses, Maîson Popûlaîre de Geneve, Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê û Navenda Mafê Miroan a Kurd a Cinêvê wê di 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê de bi meş û mitîngekê wê bûyerên antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê tên pêk anîn protesto bikin.
Ji beriya meş û mitînga ku bi dirûşma “Raweste Erdogan” û “Ji bo muxalefeta demokratîk a li Tirkiyeyê tên êşkence kirin re azadî” wê daxwaz bikin ku hevserokên Giştî yên HDP’ê, parlementer bên berdan, zextên li ser dezgehên saziyên civaka sivîl û çapemeniyê bên rakirin.
DAXWAZ
Di daxuyaniya hevpar a li ser navê rêxistinê Swîsreyê de, banga beşdariya meş û mitîngê hate kirin, xalên ku di mîtingê de bên daxwaz kirin wiha ne:
“Divê Konseya Federal a Swîsreyê, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Teşkîlata Ewlekariya Ewopa li dijî darbeya polîtîkayên Tirkiyeyê bertekên cidî û şênber nîşan bidin.
Divê hikûmeta Swîsreyê ji daxuyaniyan zêdetir li dijî kiryarên Tirkiyeyê bertekên zelal raber bike.
Divê Konseya Federal a Swîsreyê ji bo ku Parlementerên HDP’ê, rojnamevan, akademîsyen, rêveberên saziyên civaka sivîl û hevşaredarên ku bê hiqûqî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin, bên berdan divê zextê bike.
Divê Konseya Federal a Swîsreyê bi lezgîn daxwaz ji Tirkiyeyê bike ku zextên li ser rêxistinên feminist bi dawî bike.
Divê Rêxistina Xaca Sor a Swîsreyê û Konseya Ewropayê siyasetmedarên girtî ziyaret bike û mercên di nav de lêkolîn bike.
Divê Konseya Federal a Swîsreyê zextê li NY bike ku Tirkiye neçar bike, ji bo bi awayekî serbixwe lêkolînê li Bakurê Kurdistanê bide meşanin.
Divê Swîsre bi lezgîn têkiliyên xwe yên bi MÎT’ê re bi dawî bike. Ev demeke pir dirêje gerentiya mafê mirovan a li Tirkiyeyê nemaye û dixwazin pêşeroja gelê Kurd ne bi rêyên siyasî bi rêbazên leşkerî çareser bikin.
Divê Swîsre bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re bi dawî bike û hilberîna kargehên çekan ên bi kargehên Tirkan re betal bike.
Wê 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî di saet 14:00’an de ji Place Neûve ya Cinêvê destpê bike.”