Swîsreyê daxwaza bernameya sîxûrtiyê ya Tirkiyeyê red kir

Swîsreyê peymana bernameya sîxurtiyê ya dewleta Tirk ya bi şîrketeke Swîsreyê re betal kir û bi gotina ‘îhtimala li dijî mûxalif û sivîlan were bikaranîn zê deye’ da rawestandin.

Konseya Federal a Swîsreyê peymana bernameya sîxurtiyê betal kir ya di Tîrmeha borî ku dewleta Tirk bi şîrketeke Swîsreyê re kiribû. Sekreterya Dewletê ya ku ji Aboriya Swîsreyê Berpirsyar (SECO) bi biryara Konseya Federal a ‘Bernameya ku dewleta Tirk dixwaze bikire îhtima li dijî muxalîf û sivîlan were bikaranîn zêde ye’ bazarî betal kir.

Rojnameya Blîck a Swîsreyê diyar kir ku rapora Teşkîlata Îstixbaratê ya Swîsreyê ya têkildarî mijarê ku pêşkêşî hikumeta Swîsreyê kiribû di rawestandina biryarê de bi bandor e.

Li aliyê din têkildarî mijarê berpirsekî SECO’yê wiha got; “Bernameya ku dewleta Tirk daxwaz kiriye, bi awayekî hêsanî dikarin bikarhênerên telefon û înternetê bişopînin. Bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin li pêş çavan hatiye girtin û ev daxwaza hatiye red kirin.”