Swîsreyê DAIŞ qedexe kir

Swîsreyê DAIŞ qedexe kir

Swîsreyê hemû xebatên DAIŞ’ê qedexe kir. Wezareta Parastina Federal biryara xwe îlan kir û diyar kir ku hebûna DAIŞ’ê mafên mirovan ên sereke tehdîd dike.

Biryara ku li dijî diijminê mirovahiyê DAIŞ’ê hatiye girtin, di malpera fermî ya Wezareta Parastinê ya Federal de hate weşandin. Bi biryara ku ji 9’ê Cotmehê ketiye meriyê re wê hemû xebatên DAIŞ’ê yên li Swîsreyê bên qedexekirin û kesên van xebatan pêk bînin bên cezakirin.

Di daxuyaniya ku hate dayîn de hate diyarkirin ku xebatên komên ku bi DAIŞ’ê re hene hatiye sekinandin û hemû çalakiyên rêxistina terorê hatine qedexekirin.

Li gorî biryara ku hatiye girtin, propaganda, piştgiriya fînansî, girtina endaman, alîkariya aborî hemû hatine qedexekirin û kesê têkiliya wan bi rêxistinê re hebe wê bên tespîtkirin û heta sê salan bên cezakirin.

Hat gotin ku DAIŞ mafê mirovan binpê dike û hat gotin ku dikarin dest bidin ser fonên rêxistina terorê.

Bi biryara ku hatiye girtin de qaanûna bikeve meriyetê  wê ji bo 6 mehan be û hat gotin ku tu xebateke DAIŞ’ê teqez nayê qebûlkirin.

Di rojên buhrî de dozgeriya Federal a Swîsreyê lêpirsîna der barê DAIŞ’ê de ji raya giştî re parve kir,  got ku sê kes girtine û der barê 20 kesan de jî lêpirsîn dane destpêkirin.