Swîsre: Rewşa li Tirkiyeyê ji bo firotina çekan ne guncav e

Swîsreyê ji ber rewşa herêmê û ya Tirkiyeyê firotina hin malzemeyên şer da sekinandin.

Konseya Federal a Swîsreyê pirsnameya Parlementera Laûrence Fehlmann Rîelle ya di meha Îlonê de ya li ser firotina çekan a Tirkiyeyê bi nivîskî bersivand.

JI BER REWŞA ŞER FIROTINA ÇEKAN HATE SEKINANDIN

Di bersiva ji bo Rîelle de hate diyarkirin ku tenê parçeyên ji bo pergala parastina hewayî û demançeyên ji bo dîplomatên Tirkiyeyê firotina wan hatiye kirin. Konseya Federal diyar kir ku ligel daxwaza Tirkiyeyê, firotina malzemeyên şer hatine sekinandin. Konseya Federal bal kişand ser vî tiştî ku ji xeynî parçeyên pergala parastina hewayî û demançeyan daxwazên din ên Tirkiyeyê yên li ser çekan hatine redkirin.

‘DIBE KU LI DIJÎ GELÊ SIVÎL WERIN BIKARANÎN’

Di bersivê de hate gotin ku, “Ji ber şerê navxweyî yê li Tirkiyeyê dibe ku ev çek li dijî kesên sivîl werin bikaranîn. Ji ber vê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê hatiye sekinandin.

Swîsreyê firotina beşeke çekan a ji bo Tirkiyeyê dabe sekinandin jî, Tirkiye hê neketiye lîsteya ku firotina çekan lê hatine qedexekirin. Gelek siyasetmedar û saziyên sivîl ên civakî balê dikişînin şerê Tirkiyeyê yê li derveyî sînoran û ê li ser gelê Kurd û ji dewleta Swîsreyê dixwazin ku firotina malzemeyên şer hemû werin sekinandin.

Swîsreyê berê jî ji ber nerazîbûnan diyar kiribû ku ew ê malzemeyên şer nefiroşe Tirkiyeyê. Lê di sala 2017’an de nêzî 640 hezar frank malzemeyên şer firotibû Tirkiyeyê û ev firotin bûbû sedema nerazîbûnan.

Li gorî zagonên Swîsreyê cihên dibe ku çek li dijî kesên sivîl werin bikaranîn, firotina çekan dikare were sekinandin.