Swîsre ji bo Efrînê rabû ser piyan

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li bajarê Zurîch ê Swîsreyê daketin qadan û berxwedana Efrînê silav kirin.

Kurdistaniyên il Swîsreyê dijîn ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi rojan e li ser piyan e, duh jî li bajarê Zurîchê li hev civiyan. Kurdistaniyan tevî dostên xwe meş û mîtîngek li dar xistin, dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana Efrînê silav kirin.

Çalakger li meydana Helvetîaplatzê li hev civiyan û ji nava kolanên qelebalix ên bajêr bi qasî 3 kîlometreyan meşiyan. Di meşê de alên PKK, KCK, YPG, YPJ, PYD, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dowîzên ji wêneyên sivîlên li Efrînê bi destê dewleta Tirk hatin kuştin hatin hilgirtin û dirûşmên "Her de Efrîn e, her der berxwedan e", "Terorîst Tirkiye", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

BERXWEDAN WÊ BIDOME

Tevî saziyên Kurdistaniyan ên ji çar parçeyan û Tirkiyeyê, Swîsreyî jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakger li ber bêdengiya hêzên navneteweyî rabûn û gotin, "Gelê Kurd wê li her cihê lê ye li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bide."

Zarokan jî bi dowîzên ji wêne û nivîsa "Kujer Erdogan" hildan û dirûşmên li dijî dewleta Tirk qîriyan. Swîsreyiyên li nava bajêr jî bi çepikan piştgirî dan çalakgeran.

ZOZAN KOBANÊ: EM KURDEKE/Î BI TENÊ BIMÎNIN JÎ EM Ê LI BER XWE BIDIN Û BI SER BIKEVIN

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Destpêkê Berpirsyara PYD'ê ya Ewropayê Zozan Kobanê axivî, bal kişand ser komkujiya ku dewleta Tirk li sivîlan dike û got, "Gotin 3 saet, lê 36 roj derbas bûn. Efrîn îro li dijî dewleta Tirk a mêtinger û şirîkên wê, dîrokê dinivîsîne."

Kobanê diya rkir, dewleta Tirk a ku dike nake nikare bikeve Efrînê li pêş çavên tevahiya cîhanê komkujiyan dike û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî van komkujiyan rexne kir. Koban got, "Li Efrînê ji 7 heta 70 salî her kes li ber xwe dide. Îro êdî zarokên Kurdistanî yên 3 salî jî dibêjin, "Erdogan, ev der axa me ye, nebêje ku em ê serî li ber te biqewînin'. Bila her kes zanibe ku em Kurdek tenê jî bimînin em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Ji xwe ji niha ve li Efrînê serketin a me ye."

'EM Ê HETA SERKETINÊ LI QADAN BIN'

Piştî Zozan Kobanê bi navê ciwanan, NCDK-Swîsre, HDK-Ewropa û gelek rêxistinan axaftin hate kirin, berxwedana Efrînê hate silavkirin û komkujiyên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan dike hatin şermezarkirin. Qisekeran gotin, heta ku li Efrînê serketin bê ragihandin wê gelê Kurd û dostên wan li Ewropayê li qadan bin û bêdengiya hêzên navneteweyî jî şermezar kirin.

Di dawiya mîtîngê de dirûşma "Her der Efrîn e, her de berxwedan e" hate qîrîn.