Swêdê têkildarî 40 DAÎŞ'iyan ji ber sûcê şer dest bi lêpirsînê kir

Polîsên Swêdê, têkildarî 40 çeteyên DAÎŞ'ê yên welatiyên Swêdê, bi gumana ku li Sûriye û Iraqê sûcê şer kirine dest bi lêpirsînê kirin.

Ev demeke li Swêdê rojev e ku welatiyên Swêdê yên çûne Sûriye û Iraqê û tevlî nava refên DAÎŞ'ê bûne, sûcên wan bên lêkolîn û bên darizandin.

Ji Radyoya Dewletê ya Swêdê Revend Shexo ragihand, ku polîsên Swêdê têkildarî 40 çeteyên DAÎŞ'ê bi gumana ku li nava refên DAÎŞ'ê sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer kirine dest bi lêpirsînê kirine.

Seroka Koma Lêpirsîna Sûcên Şer a Polîsan Patrîcîa Rakîc Arle ji Radyoya Dewletê ya Swêdê re axivî û diyar kir ku hin ji DAÎŞ'iyên ketine ber lêpirsînê li girtîgehên li Sûriyeyê di bin kontrola hêzên Kurd de ne.

Televîzyona Dewletê ya Swêdê (Svt) jî diyar kir ku lêpirsîna têkildarî DAÎŞ'iyan li bajarên Stockholm, Goteborg û Malmoyê ji aliyê 7 dozgeran ve tê meşandin.

Hate ragihandin ku hin ji DAÎŞ'iyên ketine ber lêpirsînê li Swêd, Iraq û Sûriyeyê ne, hinek jî li girtîgehên di kontrola hêzên Kurd de ne.

Hate gotin ku DAÎŞ'iyên li Swêdê ketine ber lêpirsînê negirtî ne.

Svt'ê diyar kir ku polîsên Swêdê ji bo karibin têkildarî DAÎŞ'iyan dest bi lêpirsînê bikin, Neteweyên Yekbûyî û saziyên Yekîtiya Ewropayê jî di nav de bi gelek saziyên navneteweyî re hevkarî kirine.