Swêd û Fînlandiya welatiyên xwe yên DAÎŞ'î naxwazin

Rayedarên hikumetên Swêd û Fînlandiyayê diyar kirin, ku wê welatiyên xwe yên li Sûriye û Iraqê tevlî nava DAÎŞ'ê bûne nebin.

Li Swêdê partî hemû hemfikirin ku çeteyên DAÎŞ'ê venegerînin welatê xwe. Li Fînlandiyayê jî Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve diyar kirin ku wê çeteyên DAÎŞ'ê qebûl nekin, lê rayedarên Wezareta Karên Hundir gotin, Fînlandiya neçar e ku çeteyan werbigire.

Serokê DYE'yê Donald Trump bang li welatên Ewropayê kiribû ku 800 çeteyên DAÎŞ'ê yên welatiyên xwe bibin, ku di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne. Destpêkê Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven, piştre jî wezîrên hikumetê û partiyên din ên siyasî bersiva neyînî dan vê bangê.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven diyar kir ku Wezareta Karên Derve ji sala 2011'ê ve hişyariyê dide ji bo welatiyên wan neçin Iraq û Sûriyeyê û got, li gel van hişyariyan ên ku çûne, wê ji bo vegera wan nebin alîkar.

DIVÊ DAÎŞ'Î LI DADGEHEKE NAVNETEWEYÎ BÊ DARIZANDIN

Wezîrê Koçberî û Edaletê Morgon Johansson jî ji televîzyona dewletê ya Swêdê re axivî û diyar kir, divê welatiyên Swêdê yên tevlî DAÎŞ'ê bûne li dadgeheke navneteweyî werin darizandin. Johansson dadgehên navneteweyî yên ji bo qirkirina li Ruanda û şerê li Yugoslavyayê bi bîr xist û got, ji ber ku şahid û delîlên li dijî DAÎŞ'iyan li cihê sûc kirine, wê hêsantir be ku li Sûriyeyê bên darizandin.

Ji bo pirsa "Kurd wê bi berpirsyariya vê yekê rabin?" Johansson got, "Na, bêguman divê di asta navneteweyî de berpirsyarî bi cih were anîn."

YÊN KU BI DERFETÊN XWE HATINE WÊ WERIN DARIZANDIN

Johansson anî ziman, wê DAÎŞ'iyên dixwazin vegerin Swêdê qebûl nekin û got, DAÎŞ'iyên bi derfetên xwe hatine Swêdê wê werin darizandin, cezakirin û bi jin û zarokên wan re jî wê saziyên xizmeta civakî eleqedar bin.

SEROKWEZÎRÊ FÎNLANDIYAYÊ NAXWAZE, WEZARETA KARÊN HUNDIR DIBÊJE 'JI ALIYÊ QANÛNÎ VE MECBÛRÎ YE'

Li Fînlandiyayê rewş hîn bêhtir tevlîhev e. Serokwzîr Juha Sipilia û Wezîrê Karên Derve Tomi Soini dan xuyakirin ku ew naxwazin DAÎŞ'î vegerin Fînlandiyayê. Lê ji rayedarên Wezareta Karên Hundir Tarja Mankkinen ji Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Finlandiyayê re axivî û got, welatiyên Finlandiyayê li Sûriyeyê sûc kiribin jî Finlandiya mecbûre hatina wan qebûl bike.

Mankkinen ragihand, li gorî qanûnan Finlandiya berpirsyar e ku welatiyên xwe bibe û got, "Finlandiya dewleteke hiqûqê ye û divê qanûn bi cih werin anîn. Heman tişt ji bo kesên li Finlandiyayê mafê mayinê heye jî derbas dibe."

Hikumetê Kanûna par pêşnûme qanûnek ji bo betalkirina welatiya kesên tevlî çalakiyên terorê bûne ya jî gefê li welêt dixwe, pêşkêşî parlamentê kiribû. Eger pêşnûme bibe qanûn, wê welatîbûna cîhadîstên li Sûriye û Iraqê ji wan bê girtin.

Li gorî Polîsê Parastina Finlandiyayê, bi qasî 80 cîhadîst ji bo tevlî refên DAÎŞ'ê bibin çûn Sûriye û Iraqê. 20 ji van vegeriyan. Dema ku ispat dibe ku çi sûc kirine, hingî doz li wan tê vekirn.