Swêd: Ji bo aştî bê Sûriyeyê, divê kurd li dora maseyê hebin

"Tora rêxistinên mafên mirovan, aştî û demokrasiyê" bi wesîleya 6. a salvegera destpêkirina şerê li Sûriyeyê, li Parlamenta Swêdê semînerek lidar xist.

Hatibû plankirin ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra jî beşdarî panelê bibe. Lê belê ji ber ku Mîstûra neçar bû bi lez û bez biçe Moskowayê, nekarî tevlî bibe.

Seroka Saziya Stirandina Zarokan Lîsa Bergh, Koordînatora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Sûriyeyê Katarîna Bergehed, Berpirsyarê Sûriyeyê yê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Nîklas Kebbon weke qiseker beşdarî panelê bûn. Gelek parlamenter û nûnerên rêxistinê civaka sivîl jî li panelê amade bûn.

Heyetek ji Nûnertiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê jî, rewşa dawî ya li Rojava û ambargoya li ser rojeva anî rojevê.

PARTIYA ÇEP: DIVIYABÛ PYD DI HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ DE AMADE BÛYA

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh di destpêka semînerê axivî û qala karê komîteya xwe kir, ku heman piştî destpêkirina şer li nava parlamenta Swêdê hat avakirin û ji bo sekinandina şer û alîkariya ji bo mexdûrên şer xebitî.

Kakabaveh rexne kir, ku di danûstandinên aştiyê de li Astana û Cenevreyê cih ji PYD û nûnerên Rojava re nehatiye veqetandin û işaret bi girîngiya wê yekê kir, ku destûra bingehîn a Sûriyeyê divê ne ji aliyê welatên cuda ve, lê ji aliyê gelên li Sûriyeyê ve bê amadekirin.

Berpirsyarê Sûriyeyê yê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Nîklas Kebbon anî ziman, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra hat Swêdê, bi Serokwezîr Stefan Lofven re rûnişt û piştre bi rayedarên Wezareta Karên derve re hevdîtin pêk anî û li ser rewşa dawî ya li Sûriyeyê axivî.

Kebbon, bûyerên piştî destpêkirina şerê li Sûriyeyê rû dan bibîr xist û destnîşan kir, piştî ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê guherî, Heleb ket destê rejîmê û ji bo pêkhatina aştiyê li Sûriyeyê, hevdîtinên Astana û Cenevreyê dest pê kirine.

Kebbon işaret bi biryara agirbestê ya ku ji van hevdîtinan derket kir û got, bi vê biryarê re şîdeta li Sûriyeyê kêm bûye, lê şerê navbera rejîmê û mûxalefetê car carna dewam kiriye. Kebbon diyar kir, ji bo şerê li Sûriyeyê bi temamî biqede, lazim e hemû aliyên şer û Kurd, li dora maseya aştiyê rûnên.

SAZIYA STIRANDINA ZAROKAN: 3 MÎLYON ZAROKÊN KÊM 6 SALÎ, JI BILÎ ŞER TIŞTEKÎ DIN NEDÎTINE

Seroka Saziya Stirandina Zarokan Lîsa Bergh bibîr xist, ku saziya bi navê "Save the childeren" beriya niha bi hefteyekê rapora xwe ya bi navê "Birînên nayên dîtin ên zarokên Sûriyeyê" eşkere kiriye û nîşan daye ku şer bi zarokan re rê li ber nexweşiyên dil, diyabet, depresyon û bikaranîna narkotîkê vekiriye.

Bergh destnîşan kir, mafên zarokan tê wateya mafên mirovan, ev maf ên zarokan bi xwe ne û got, "3 mîlyon zarokên kêmî 6 salî, ji bilî şer tiştekî din nedîtin. Di nava 6 salan de bi qasî 4 hezar caran êrîş li dibistanan hatin kirin. Yek ji sê dibistanan girtî ne. Hin ji wan, ji ber bomberdûmanê bi temamî xera bûne. Beşek ji dibistanan ji aliyê komên çekdar û rejîmê ve weke biryargehê, weke navenda îşkenceyê yan jî depoyê tên bikaranîn."

Bergh got, lazime cîhan fêhm bike bê zarok di nava zext û tirseke çawa de ne, bi lezgînî tiştek ji bo zarokan bê kirin û bi vê gotinê, bal bir ser psîkolojiya van zarokan: "Hin zarok, ji bo karibin xwarinê bixwin û karibin bi pêlîstokan bilîzin, dixwazin bimrin û biçin bihuştê. Ji wan heye ku li wê derê dikarin zikê xwe têr bikin û karibin bilîzin."

Bergh hem ji hikumeta Sûriyeyê hem jî ji komên çekdar xwest êrîşî sivîlan, dibistan û nexweşxaneyan nekin û pêşî li xebatên saziyên alîkariya însanî negirin.

RÊXISTINA EFÛYÊ: LI SÛRIYEYÊ SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ ZÊDE BÛN

Koorînatora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Sûriyeyê Katarîna Bergehed jî da xuyakirin, ku di Nîsana 2011'an de sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê li Sûriyeyê hatiye kirin, lê belê di nava 5 salên bihurî de rewş bi ti awyî baş nebûye û sûcên li dijî mirovahiyê gav bi gav zêde bûne.

Bergehed anî ziman, windahî pirsgirêkeke mezin a li Sûriyeyê ey û diyar kir, heta sala 2015'an 65 hezar kes winda bûne ku 58 hezar sivîl in, li girtiyan nêzîkatiyên nebaş û îşkence hatine kirin û 18 hezar mirov ji ber îşkence û şert û mercên nebaş ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane.

Bergehed xwest, mijarên îşkence û îdamê di danûstandinên aştiyê de werin nirxandin û weke Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî wan ev daxwaza ji de Mîstûra re ragihandine.

NÛNERTIYA ROJAVA: PÊWÎSTE CÎHAN DESTEKÊ BIDE ROJAVA

Ji Nûnertiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê Azad Heydarî li ser sîstema demokratîk a li Rojava agahî da beşdaran. Heydarî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku ne ya qebûlkirinê ye ku hêzên Kurd ên li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke serketî dimeşînin li derveyî hevdîtinên Astana û Cenevreyê bên hiştin. Heydarî ji Nûnerê Sûriyeyê yê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Nîklas Kebbon pirsî, bê helwesta Hikumeta Swêdê ya li ser mijarê çi ye.

Heydarî diyar kir, ji ber ku Swêd û welatên din alîkariya ji bo Sûriyeyê radestî Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê dikin ev alîkarî nagihêje Rojava û anî ziman, ji bo ji nû ve avakirina Rojava û Kobanê pêwîstî bi alîkariya cîhanê heye. Heydarî got, "Di dema êrîşên DAIŞ'ê de Kobanê bi erdê re bû yek. Ji ber ku niha dibistan nînin, zarok nikarin bên perwerdekirin. Rejîma Sûriyeyê, dewleta Tirk û mûxalefeta Sûriyeyê ambargoyê datînin ser kobanê. Mîna hemû zarokan divê zarokên me jî biçin dibistanan. Ji bo vê jî pêwîstî bi alîkariya Swêdê û cîhanê heye."