Swêd: Êrîşa li hember Efrînê li dij hiqûqa navneteweyî ye

Li parlamenta Swêdê êrîşên dewleta Tirk ên li hember Efrînê hatin nîqaşkirin. Wezîra Karên Derve Magot Wallstrpm diyar kir ku êrîş li dij hiqûqa navneteweyî ye. Wêkîlan jî gotin, "Kurd li dijî DAIŞ'ê lehengên me ne. Divê em piştgiriyê bidin wan."

Pêr di rûniştina di parlamenta Swêdê de êrîşên dewleta Tirk ên li hember Efrînê hatin nîqaşkirin. Wezîra Karê Derve Margot Wallstrom bal kişand ser xeteriya êrîşên Tirkiye û diyar kir ku ev êrîş dikarin şer û pevçûnên li Sûriyê gurtir bikin. Margot Wallstrom herwiha destnîşan kir ku êrîşên li hember Efrînê li dij hiqûqa navneteweyî ne.

'REWŞA KURDAN BANDORÊ LI TEVAHIYA HERÊMÊ DIKE'

Serokê Partiya Çep Jonas Sjotedt, wekîla Partiya Çep Amîneh Kakabaveh û wekîlê Partiya Hawîrdorê Kesk Jabar Amîn ji bo Efrînê her yek ji wan pêşniyarnûmeyên cuda pêşkêşî parlamentoya Swêdê kirin. Margot Wallstrom bersiv da pêşniyarnûmeyên wekîlan û diyar kir ku ew jî mîna wekîlan derbarê rewşa Sûriyê û pêkanîna hiqûqa navneteweyî de bi fikar e.

Margot Wallstrom bi van gotinan bal kişan ser têkiliya navbera rewşa Sûrî û pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê: "Rewşa Kurdan bandorê li tevahiya herêmê dike û li Tirkiyê hevdîtinên ji bo aştiyê dîsa dest pê bikin wê ji sînoran wêdetir li Sûrî û herêmê hemûyî encamên erênî derbikevin holê."

Margot Wallstrom destnîşan kir ku têkiliyên Tirkiyê bi komên Kurdan re xirab dibe û diyar kir ku Swêd wê pêşkêtinan ji nêz ve bişopîne, girîngiya kêmkirina tundiyê destnîşan bike, daxwaz bike ku ji zagonên navneteweyî re rêz bê nîsandan û sîvîl bêne parastin.

'TIRKIYÊ ÊRÎŞ DIBE SER PERGALA KU JI BO MIROVAH HÊVÎ YE'

Serokê Partiya Çep Jonas Sjostedt ji ber ku wezîr raste rast êrîşên li hember Efrînê şermezar nekir, xemgîniya xwe anî ziman. Serketinên hêzên Kurd ên li Şengal, Kobanê û Reqayê bi bîr xist û wiha axivî:

"Federasyona Bakûrê Sûrî di şert û mercên gelekî zehmet de hewl dide ku civakeke nû ava bike. Bi sedhezaran penaber qebûl kir. Mafê jinê li herêmê herî zêde li wir bi hêz in. Li ti deverên din jin mîna li wir li hember terorê têkoşînê nameşînin û di nav avakirina pergala nû de cih nagrin. Li wir di navbera Kurd Ereb Xiristiyan û Misilamanan de tifaq têne çêkirin ku li ti deverên din ev nîn e. Hewl didin hilbijartinan çêbikin."

Jonas Sjostedt diyar kir ku Tirkiye êrîş dibe ser pergala heviyê dide mirovên herêmê û got: "Pirsgirek ew e ku gelo em ê pişta xwe li wan bizîvirin an jî ji bo paşerojeke baştir em ê bi wan re bin mîna dema ku li hember DAIŞ'ê biser ketin? Bêdengî helwetek e."

Jonas Sjosted destnîşan kir ku cîhana derve ne rasterast ji bo êrîşan rê li ber dewleta Tirkiyê vekirin û ji bo encamên bêdengiyê jî ev got: "Niha Tirkiyê vê bikar tîne. Ha ji bo vê balafirên şer ên Tirkiyê sivîl, gund, kampên penaberan dide ber bombeyan."

'JI BO EM HOVÎTIYÊ RAWESTÎNIN DIVÊ EM TIŞTEKÎ BIKIN'

Wekîla Partiya Çep Amîneh Kakabaveh diyar kir ku di nav OSO'ya bi dewleta Tirkiyê re êrîşî Efrînê dike de bermahiyên DAIŞ û EL Qaîde hene û piştre jî eşkenceya li Barîn Kobanê kirin anî ziman: "Barîn vê carê ne li hember DAIŞ'ê li hember OSO'ya ku piştgiriya Tirkiyê digre, şer dikir. Ev hovîtî ye, ez dixwazim ku ev bê sekinandin."

Wekîlê Partiya Hawîrdorê Kesk Jabar Amîn jî bi rêzgirtina li hember kesên li Efrînê jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina kir. Jabar Amîn diyar kir ku ruhê Erdogan ji xweseriya demokratik a li Rojava diçe, tahamul nake ku Kurd statuyê bi dest bixin û ji ber vê li hemeber Efrînê dest bi şer kir.

Jabar Amîn bal kişan ser ku dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî ji çar aliyan êrîş dibin ser Efrînê û got: "Efrîn ji aliyê terorîstan an jî terorîstên dewletê ve hatiye dorpêçkirin. Welat têkeve xaka welatek din, ev binpêkirina hiqûqên navneteweyî ye."

Wekîla  Partiya Hawîrdorê Kesk Annîka Lîllesmets bi bîr xist ku hêzên Kurdan çeteyên DAIŞ'ê têk birin ku ev serketina Kurdan ji bo tevahiya cîhanê xizmetek bû û got: "Cîhan nikare îxanetê li van mirovên wêrek ên ku di şer de ser ketin û gelek bedel dan, bike."

Annîka Lîllesmets diyar kir ku ji bo tenê temaşekirin û neketina tevgerê ti hincet nînin û li hember rayedarên Tirk ên biryara êrîşê dan helwest bê nîşan dan.

Piştî ku wekîlan rexneyên xwe anîn ziman Margot Wallstrom carek din mafê axaftinê girt, destnîşan kir ku Swêd bêdeng û paşif nemaye û di asta Netwên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê de ketiye nava tevgerê. Margot Wallstrom diyar kir ku ji bo ji hiqûqa navneteweyî re rêz bê nîşan dan divê welatên Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê helwesteke hevpar nîşan bidin.

Piştî axaftina wezîra karê derve Jabar Amîn careke din mafê axaftinê girt û got: "Şermezarkirina êrîşan wê ji rawestandina wan re xizmetê bike. Herçend wext derbas bibe, wê kuştinên sivîlan zêdetir bibe" û ji Margot Wallstrom xwest ku sefîrê xwe yê li Enqerayê paşve bikşîne.