Suryanî wê di vê hilbijartinê de jî dengê xwe bidin HDP'ê

Alîkarê Serokê Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Mezopotamyayê Edîp Arslan destnîşan kir ku Suryanî wê dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş. Arslan got, "HDP partiya me ye."

Alîkarê Serokê Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Mezopotamyayê Edîp Arslan ku di nva Komîsyona Bawerî û Gelan a HDK'ê de cih digire, anî ziman ku di vê hilbijartinê de jî dengê Suryaniyan ji HDP û Demîrtaş re ye.

Arslan ji malbateke Suryanî ye ku sala 1977'an neçar ma ji navçeya Mîdyat a Mêrdînê ji ber zext û zilmê koçî Stenbolê bike. Arslan diyar kir, zêdeyî 100 sal in Suryanî li ser vê axê tine tên dîtin û got, "Ji sala 1915'an û vir ve zilma li me tê kirin qet neqediya. Yek ji sê parên nifûsa me tine kirin. Gundên me hatin valakirin, em bi zorê ji cih û warê xwe hatin derxistin, hatin kuştin û bi hinceta baweriya me, mafên me hatin binpêkirin."

ZILM DI DEMA AKP'Ê DE JÎ DEWAM DIKE

Arslan destnîşan kir ku ev zilm di dema desthilatdariya AKP'ê de jî dewam dike û got, herî dawî qeyûmê ku sala 2017'an li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate bicihkirin, dest danî ser milkên Suryaniyan. Arslan da xuyairin ku hemû dêr, keşîşxane, goristan û cih û warê Suryaniyan hatin desteserkirin û radestî Serokatiya Karên Diyanetê hatin kirin. Arslan got, "Me îtiraz kir. Niha nihek malên me hatin vegerandin, lê piraniya wan hê desteserkirî ne."

SURYANÎ YEKEMCAR BI RÊYA HDP'Ê LI MECLÎSÊ CIH GIRT

Edîp Arslan bi bîr xist ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekemcar bi saya HDP'ê Suryaniyekî cihê xwe li meclîsê girt û destnîşan kir ku Suryanî HDP'ê weke partiya xwe dibînin. Arslan got, HDP li vî welatî partiya yekane ye ku demokrasiyê, reng û dengên cuda temsîl dike.

Arslan da xuyakirin ku HDP wê li bin benda hilbijartinê nemîne û got, "Pê bawerim ku di vê hilbijartinê de wê zêdeyî 15 ji sedî yê dengan bistîne."

HILBLIJARTINÊN 24'Ê HEZÎRNÊ FIRSENDEK E

Di dewama axaftina xwe de Edîp Arslan işaret bi dîlgirtina Selahattîn Demîrtaş kir û anî ziman ku dîlgirtina wî tê wateya dîlgirtina demokrasî û hiqûqa li welêt.

Arslan got, "Selahattîn Demîrtaş ronahiya vî welatî ye. Eger ev welat wê rizgar bibe, eger em ê bi hev re di nava aştiyê de bijîn, em ê vê yekê bi rêya wî bikin. Ji ber ku bi nêrîna ku ew temsîl dike ancax em dikarin bi rengên xwe û bi rengekî aştiyane bi hev re bijîn. Ji bo jiyana bi hev re jî divê em li hev bikin."

Arslan destnîşan kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê firsend e û got, "Roja 25'ê Hezîranê wê welatekî ji hemû rengan ava bibe."